Hevpeyvîna Bayik, Karayilan û Hozat

Hevpeyvîna Bayik, Karayilan û Hozat

Di kongreya dumahîkê ya Kongra Gel de rêvebiriya KCK’ê hate guhertin. Vê guhertinê di rojeva Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de deng veda. Senaryoyên cûr be cur der barê van guhertinan de dihêne nivîsandin. Ajansa Fermi yê PKK’ê ANF di gel Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, Cemîl Bayik û Serokê berê yê Konseya Rêveber Mûrat Karayilan, der heqê 9. Civata Gitşî de hevpeyvînek encam da.

Bi zimanê rêveberên KCK’ê hevpeyvîna di gel ANF weha ye.

Rêveberên KCK’ê bal kişandin ser hefteya pêş û gotin, ’Bila herkes zanibe, hefteya pêş pir pir girîng e. Eger helwesta heyî ya dewletê dewam bike, pêvajo wê bixetime. Niha nexetimiye, lê li ber xetimandinê ye.”

9. Civata Giştî ya KONGRA GEL, ku tê wateya parlamenta gelê Kurd, di navbera 30 Hezîran û 5’ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Civata Giştî bi şiyara “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” pêk hat û tê de hem polîtîkaya dema pêş a tevgera siyasî ya Kurdan hat diyar kirin, hem jî pergala KCK’ê hat guhertin.

Li gorî vê guhertinê navgîna Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hat avakirin. Ji bo Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê jî Cemîl Bayik, Besê Hozat, Mûrat Karayilan, Mûstafa Karasû, Sozdar Avesta û Elîf Pazarcik hatin hilbijartin.

Ji bo dema nû jî biryar hat dayîn ku Serokatiya Konseya Rêveber bi Hevserokatiyê bê rêxistinkirin. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya ji 35 endaman jî Cemîl Bayik û Besê Hozat hatin hilbijartin.

Hevserokên Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik û Serokê berê yê Konseya Rêveber a KCK’ê endamê Konseya Serokatiya Giştî Mûrat Karayilan, der heqê Civata Giştî û biryarên dîrokî yên hatin stendin de, bersiv dan pirsên ANF’ê.

Hozat da xuya kirin ku weke saziya bilind Serokatiya Giştî hatiye avakirin û destnîşan kir ku guhertina wezîfeyên Bayik û Karayilan jî, ji ber karektera demokratîk a sîstemê ye.

Rayedarên KCK’ê diyar kirin ku di Civata Giştî de biryar hatiye dayîn pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin were dewamkirin û destnîşan kirin ku aliyê Kurd bi awayekî stratejîk li qonaxa yekemîn dinêr in, lewma gavên ji wan dihat hêvîkirin avêtine. Rayedarên KCK’ê dan xuyakirin ku tevî qonaxa duyemîn destpê kiriye jî, hînê ji aliyê dewletê ve gaveke berçav nehatiye avêtin.

Rayedarên KCK’ê bal kişandin ser hefteya pêş û gotin “Eger dewleta Tirk helwesta xwe ya niha dewam bike, pêvajo wê bixetime. Niha pêvajo nexetimiye, lê li ber xetimandinê ye. Em li bendê ne ku di demeke kurt de gavên me qanih bikin, biavêjin. Eger van gavan neavêjin, pêvajoyê bixetime û berpirsyarê vê jî wê dewlet û hukûmet be.”

Besê Hozat, Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan bi vî rengî bersiv dan pirsên ANF’ê yên li ser pêvajoyê:

“DIVÊ TAVILÊ MERCÊN RÊBER APO WERIN SERERASTKRIN”

Qonaxa duyemîn di kîjan astê deye, aliyan berpirsyariyên xwe bicih anîn?

Mûrat Karayilan: 
Pêvajo di qonaxeke cidî de ye, me berpirsyariyên xwe bicih anîn. Serokwezîrê Tirk Erdogan dibêje ji sedî 15 vekişiyane û qonaxa duyemîn nade destpêkirin. Me agirbest îlan kirin û vekişîn dewam dike. Ev niyet û sekna me nîşan dide. Niha gavên divê dewlet bi lezgînî biavêje hene. Rêber Apo ev pêvajo da destpêkirin, lê hînê di bin tecrîdê de ye. Parêzer nikarin biçin gel wî. Ya girîngtir jî, niha pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên cidî hene. Çend roj in li nava raya giştî gumanên mezin hene, me jî di vî warî de daxuyanî dan. Divê heyeteke serbixwe ya doktorên pispor biçe Îmraliyê û Rêber Apo di kontrola tenduristiyê de derbas bike. Ji aliyê din ve eger dixwazin pêvajo bi pêş ve biçe, divê şert û mercên Rêber Apo werin başkirin û karibe bi heyetên ji derve ve hevdîtinan bike. Têkiliya wî bi derve re hebe. Her weha divê Alîkar û Sekreterên wî hebin. Danûstandin encax bi vî rengî dikarin werin kirin.

“HUKÛMETA TIRK DI NAVA NAKOKIYAN DE YE”

Eger bi rastî dewleta Tirk dixwaze Kurdan qebûl bike û pirsgriêka Kurd bi çareseriyên destûra bingehîn û demorkatîk hal bike, pêwîste di vê mijarê de gavan biavêje. Hin qanûnên dij Kurd û qaşo li dijî terorê hene. Ev qanûn li dijî me Kurdan hatine derxistin. Ev qanûn li pêşiya siyasetkirina Kurdan asteng e. Siyasetmedarên Kurd di zîndanan de ne. Serokwezîr got, “Bila çek bêdeng bibin, nêrîn biaxivin”. Başe niha şer sekinî û hîn hemû siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de ne. Ev tê çi wateyê. Hukûmeta Tirk niha nakokiyeke mezin dijî. Divê sedeman ji xwe re dernexîne û gavan biavêje. Divê hin gavên mirovane biavêje. Lazime girtiyên nexweş serbest berde.

“EGER DI ROJÊN PÊŞ DE GAV NEYÊN AVÊTIN, WÊ PÊVAJO BIXETIME”

Bi taybetî ji Newrozê û vir ve çi ji destê me tê me kirin, lê AKP’ê heta niha tiştek nekiriye. Berovacî qereqolan çê dike, serokwezîr dibêje ’Em dewlet in, emê li ser sînoran qereqolan ê bikin’. Başe gelo Dêrsim sînor e? Projeya çêkirian 38 qereqolan heye. Daxuyaniyên bi vî rengî ne rast in. Dîsa hejmara cerdevanan zêde dikin. Bi armanca bêbandorkirina gerîla li Kurdistanê bendavan çê dikin. Li dû firsendan digerin. Ev hemû me dixin nava fikaran. Rêberê me ji hukûmet û dewletê re name nivîsand, em encama wê nizanin. Pêvajoyê dixin rewşeke krîtîk. Divê Tirkiye, navnetewî û gelê Kurd bizanibe ku rastiya pêvajoyê ev e. Eger hukûmeta AKP’ê di rojên pêş de gavan neavêje, wê pêvajo bixetime. Me hemû berpirsyariyên xwe bicih anînin, vaye herî dawî di warê stratejîk de biryarên di civata giştî ya Kongra Gel de hatin girtin. Lê, dewleta Tirk heta niha biryareke xwe ya fermî diyar nekiriye. Bi tenê dibêje, “Bila gerîla derkeve derveyî sînor, ezê dûre gavan biavêjim.” Bi vî rengî nabe, pêvajoya duyemîn destpê kiriye û divê berpirsyariyên xwe bicih bînin. Bila herkes vê baş bizanibe, pêwistiya me bi dewleta Tirk re nîne. Eger em gavan diavêjin, ji bo lihevkirin û ji bo aştiyê ye. Ev jî bi yekalî nabe. Pêvajo bi yekalî nameşe. Eger dewleta Tirk di helwesta xwe ya heta niha de dewam bike, pêvajo wê bixetime. Pêvajo niha nexetimiye, lê di ber xetimandinê ye. Kongreya me jî însiyatîf da Rêberê me, em li benda hin gavên ku me qanih bikin ne. Eger ev gav neyên avêtin, pêvajo wê bixetime û berpirsyarî jî wê ya hukûmet û dewletê be.”

“YA PÊVAJOYÊ DIXETIMÎNE, DEWLET Û HUKÛMETA TIRK E”

Ji bo pêvajo nexetime, çi dikeve ser milê gel, derdorên demokratîk?

Cemîl Bayik:
Ya ku pêvajoyê dixetimîn, dewlet û hukûmeta Tirk e. Em naxwazin bixetime, hêzên demokrasiyê jî alîgirê pêşveçûna pêvajoyê ne. Herkes dibêje; ’Binêrin Kurdan û tevgera wan a azadiyê hemû gavên pêwîst avêtine. Ya ku divê gavan biavêje hukûmet û dewlet e.’ Heta niha ti gav neavêtin. Herkes ji dewlet û hukûmetê li benda gavavêtinê ne. Yê ku pêvajoyê diqedîne, ne em in dewlet û hukûmet e. Rastî ev e. Ji ber vê divê ew gavan biavêjin. Di vê nuqteyê de, hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat, divê ji hukûmet û dewleta hewl dide pêvajoyê bixetimîne, bêjin tu çima pêvajoyê dixetimîne? Pêwîste gav avêtinê ji dewlet û hukûmetê bixwazin. Divê bi tenê ne li hêviya gavavêtinê bin, ji bo gavavêtinê kampanya bimeşînin. Ev yek weê bi tenê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re sînorkirî nemîne, wê Tirkiyê demokratîk bike û guhertineke nû li Rojhilata Navîn bide destpêkirin. Ev yek wê ji bo herkesî rewşeke bi ewle biafirîne û ev yek li gorî berjewendiyên herkesî ye. Hin konferans hatin lidarxistin, pêwîste xebat bi van sînorkirî nemînin.

“BÊYÎ AZADIYA RÊBER APO, PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE”

We di kongreya xwe de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryarên girîng destnîşan klirin, ev çine?

Besê Hozat: 
Bêyî Rêberê me azad bibe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Yên ku dibêjin wê çareser bibe, rast nabêjin. Ji bo vê lazime Rêberê me yekser bi derve re têkeve têkiliyê û di pêvajoyê de yekser rolê bigire ser milê xwe. Pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê me jî hene, girava Îmraliyê cihekî bi nêm e. Ev der ji bo tenduristiyê cihekî nebaş e. Pêwîste kampanya îmzeyan a ji bo Rêberê me destpê kiriye, were berfirehkirin. Ji bilî vê, divê şert û mercên Rêberê me bên guhertin û ji bo vê têkoşîn bê dayîn. Ne tenê Kurd, hewceye hemû alîgirên azadiyê tevlî vî karî bibin. Ji bo vê jî biryardariyeke mezin derket holê û û pêkanîna van biryaran, yek ji xebatên sereke ye.

“PERGALA CERDEVANIYÊ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENG E”

Hûn der heqê cihên piştî vekişînê vala bûn de çi difikirin?

Mûrat Karayilan:
Pêwîste di mijara vekişînê de tedbîr bên stendin, naxwe wê zextê li gelê me bikin. Divê gelê me hîn bêtir xwe bi rêxistin bike û biparêze. Parastina xwe ya rewa xurtir bike. Li her qadê tedbîrên xwe bistîne. Em dixwazin civakeke sivîl û demokratîk di vê pêvajoyê de ava bikin. Divê zexta leşkerî teqez bi dawî bibe û cerdevanî ji holê bê rakirin. Civata me ya Giştî di vî warî de biryar stend. Cerdevan, di taliyê de Kurd in, ketine nav  şaşitiyekê û divê dawî li vê şaşitiyê bînin. Li Kurdistanê pêwistî bi hêzên çekdar nemaye. Ev pergala cerdevaniyê, li pêşiya aştiyê asteng e. Eger ev nebe, vekişîna gerîla jî wê bê wate bibe. Bi taybetî, Rêberê me di nameya xwe ya ji bo dewletê de balê dikşîne ser vê mijarê.

“LI MISRÊ ŞERÊ DESHILATDARIYÊ TÊ JIYÎN”

Darbeya leşkerî ya li Misrê wê bandoreke çawa li herêmê bike?

Cemîl Bayik:
Dema civata me ya giştî dewam dikir, li Misrê darbe pêk hat. Rojhilata Navîn di nava şer de derbas dibe, armanca vî şerî jî ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Bi taybetî hêzên ji modernîteya kapîtalîst re pêşengiyê dikin, dixwazin derkevin pêş. Dengeyên di şerê yekemîn ê cîhanê de hatin avakirin, dixwazin wan xera bikin û yên nû çê bikin. Rojhilata Navîn demeke navberê dijî. Wê ber bi kîjan alî ve biçe, niha ne diyar e. Hin dewlet hene dest lê werdidin, hin jî diparêzin û di navbera wan de nakokî hene. Li hemberî vê jî xeta sêyemîn a gelan heye. Ev xeta sêyemîn xeta gelê Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ye. Ev xeta azad û demokratîk a gelan e ku xwe naspêre ti hêzî. Hem hêzên destwerdêr, hem jî dewletên statukoparêz, naxwazin ev xeta sêyemîn bi ser bikevin. Vana hem li dijî hev in, hem jî li dijî xeta gelan e. Darbeya li Misrê di rewşeke bi vî rengî de pêk hat. Em li dijî darbeya leşkerî ne. Ji ber ku pêşî li gel, pêşî li demokrasiyê digire. Yên berî darbeya dawî hatin jî, li ser bingeha deshilatdariyê hatin ser kar. Cih neda kesî ev jî şaş e. Gel li derve hişt û xwest desthilatdarî bi tenê di destê wan de be. Niha li Misrê şerê deshilatdariyê heye. Divê gel siyaseta xwe ya azad bimeşîne. Eger bi vî rengî nebe Misir wê hîn bêtir bixetime. Ev yek wê bandorê li Tirkiyê jî bike. AKP bi tirsa ji vê, li dijî darbeyê derdikeve.

Qonaxa dawî ya mijara komkujiya Parîsê çiye? Li Civata Giştî ev bi çi rengî hat nirxandin?

Besê Hozat:
Komploya li Parîsê hat kirin, li dijî pêvajoyê hat kirin. Fransa ya ku hatiye kirin dizane, lê eşkere nake. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û dewletên Ewropa jî di nava vî karî de ne. Li Kurdistan û Ewropayê têkoşîna Kurdan dewam dike. Li dijî vê wê xebatên siyasî û dîplomatîk dewam bikin. Divê li ser vê bingehê zext li dewleta Fransayê bê kirin.

“DIVÊ HERKES DI VÊ DEMÊ DE PIŞTGIRIYÊ BIDIN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ”

Kongreya we, şoreşa li Rojava çawa nirxand? Divê Kurdên li parçeyên din bi çi rengî nêzîk bibin?

Mûrat Karayılan:
Ji bo azadiya tevahiya Kurdan şansek derketiye holê, bi taybetî li Rojava ev firsend derketiye holê. Divê ev parçe bê parastin. Kes xwe li vê rewşê ranagirin. Hem hin aliyên Kurdan hem jî hin derdorên Tirkan naxwazin vê rewşê qebûl bikin. Heta niha Kurd li wê derê serketîne. Bi taybetî YPG li Efrîn û cihên din bi lehengî li ber xwe da. Li Efrîn û bajarên din gelê me gelekî li ber xwe da. Dîsa Konseya Bilind a Kurd heye li wê derê, gelekî lê zext hat kirin. Divê ev Konseyê weke koalîsyona gelê li wê derê, bêyî bi ti deveran ve girêdayî be, bixebite. Ew rêbazeke çawa ya rêveberiyê ji xwe re esas bigirin, em bi wan re ne. Hukûmeta Başûrê Kurdistanê deriyê sînor girtiye, sedem çi dibe bila bibe em vê şermezar dikin û rast nabînin. Pêwîste herkes di vê demê de piştgirî û alîkariyê bidin rojavayê Kurdistanê. Hemû Kurd lazime xwedî lê derkeve. Divê hemû Kurd di vê demê de ji bo yekitiyê bixebitin.