li gel Sîrwan Barzanî

li gel Sîrwan Barzanî

Sîrwan Barzanî: Kobanê nebe Şingal

Dêrsim Oremar

Li pêşiya me heta ku çav dibîne deşteke berfireh, rep û rût. Berî çend hefteyan xelkê heremê ji ber dijwariya şerê DAÎŞ’ê malên xwe vala kiribûn û berê xwe dabûn Hewlêr û bajarên derdorê. Nihja li ser rêya Mexmûrê me, beriya geheştina Giwêrê, agirê boriyeke petrolê di deşteke wiha çol û rût de balê dikişîne.   

Çeperên şer nêz in, piştî  çend  xalên kontrolê em xwe digînin kampa fermandarê herêmê, tabelaya ser deriyê kampê balkêşe. Bi kurdî û îngilîzî li ser hatiye nivîsandin ’’Kampa Pilingê Reş’’. Li ber derî çend pêşmergeyên bi temen bi cil û bergên kurdî, çek li mil pêşwaziya me dikin. Amade bûna pêşmergeyên bi temen, li çeperên şer hêvîdere.
Hejmareke zêde ya xelkê ji bo serdan û komeke rojnamevanên biyanî ji bo agahiyên dawî li kampê ne, pêşmergeyên ciwan bi unîformên eskerî bi rêz û hurmet xizmetê dikin. Ber êvarê dora min tê û çend pirsan ji  fermandarê ciwan, Sîrwan Barzanî dikim.

Beriya bombebaranê

Fermandarê herêmê, Sîrwan Barzanî di bersiva pirsa rolê piştevaniya welatên biyanî û bi taybet ya Emerîkayê ji hêzên pêşmerge dibêje: ’’Bêguman hevkariya Emerîkayê di warê pîskolojîk de ji bo pêşmergeyan girîng bû, li aliyê din bû sedema tirsandina terorîstan. Lê bombebaranê li herêma me dereng bû û çend roj beriya wê me hemû dever kontrol kiribûn, lê ev piştîvanî bi giştî ji bo Kurdistanê gelek girîng bû’’.

Pirsa ku zêde tê pirsîn ev e ku çima piştîvaniya derekiya ku ji Herêma Kurdistanê hate kirin li Bexdayê nehate kirin: ’’Di rastiyê de sedem nayên zanîn, lê di siyaseta derve ya Emerikayê de helwesta demokrat ji komarîxwazan cûda ye, lê bi hevre jiyan û demokrasî û parastina hemû ol û neteweyan ku li Kurdistanê hene gelek girînge. Bi taybet bûyerên ku li Şingalê qewimîn komkujiyek bû ku terorîstan pêk anîn li tu derê li hember mirovatiyê nehatiye kirin’’. 

Ji sedî 80  ya DAÎŞ’ên Îraqê Îraqî ne

Derketina grûbeke cîhadî ya bi xof bi hejmareke zêde ya alîgir, budce û îmkanên bê sînor, şerkirina di çend çeperên hevbeş de û bi welatên navçeyê re cîhê sosretê ye. Di rastiyê de DAÎŞ kî ye, armanca wan çiye, dixwazin xelafeteke îslamî ava bikin yan lîstokek di destên hêzên cîhanî de ne:  ’’Bêguman hêzên derekî li pişt wê grûbê ne, lê bawer nakim welatên Ewrupî yan welatên bihêz bin, ji ber ku DAÎŞ ji bo wan jî metirsi ye. Herwiha derkeftina wê grûbê girêdayî guhertinên ku li rojhilata navîn çêdibine. Niha kes nikare xelafeta îslamî rabigre, ew bi serjêkirin, tirs û afirandina xofê di nava xelkê de şerekî saykolojîk dimeşînin û bi ser ketine jî. Bi baweriya min ji sedî 80 kesên ku bi navê DAÎŞ’ê li Îraqê şer dikin, xelkê Îraqê ne, ku dibe ji kevne Beisî, suneyên ku bi hikûmeta navendî re pirsgirêk hebûne yan beşek ji endamên artêşa Îraqê bin’’.

Pêşmergeyekî ciwan di bersiva heman pirsê de bi nîşandana çend wêneyên kuştiyên DAÎŞ’ê di mobila xwe de dibêje: “Hevwelatiyên Efxanî, Koriya û Çeçenî di nav rêzên DAÎŞ’ê de hene.”

 

Barzanî behsa çend pirsgirêkên mezin di warê lawaziya pêşveçûna hêzên pêşmerge dike: ’’Binêrin, herêma me nêzî 140 kîlometre û me piraniya bajarên kurdî girtine, pêşmerge zêdetir şarezayî çekên rojhilatî û Rûsî ne û heya niha jî çekên pêşkeftî negihîştine ber destê me, heta em fêrî bikaranîna çekên pêşkeftî dibîn dem lazime, şer kirina bi grûbeke wisa bi xof ji bo pêşmergeyan nû bû, me li deverên çiyayî şer kiriye, li deştahiyê heta fêrî şer û taktîkên DAÎŞ’ê bûyin, me gelek zehmetî dîtin. Şer kirina li sînorekî 1100 kîlometran wisa hêsan nîne. Me di warê rêkxistin û çekan de kêmasî hene, xwedî budceya taybetî nînîn ku lazime li gor destûra Îraqê pêşkêşî me bê kirin, heya niha hikûmeta herêmê wî pereyî ji budceya xwe dide wezareta pêşmergeyan. Çek û rahênan û muçeyê hêzên pêşmerge bê îmkanat nayê kirin, heya niha me ev îmakn nebûne. Herwiha piştî cardin girtina gundan em dimînîn û cîhên bombe kirî, bo mînak me li gunedekî 10 malî de 160 perçeyên TNT’yê dîtin, ji bo ji kar xistina wan madeyan jî me amûrên pêwîst nînin yan di wî warî de em şareza nînin, raste pêşrewiyên me bi lez nînin lê pêngav bi pêngav û bi qurbaniyên kêm baştire’’.

Pêşmerge neban DAİŞ’ê Bexda digirt

Barzanî di derbarê hemahengî û hevkariya di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê de dibêje: ’’Hemahengî heya radeyekî heye, lê hevkarî pir kêm in. Wan di girtina bendava Mûsilê de hêzeke sed kesî ku zêdetir şarezayên amûrên dijî teqemeniyan bûn, di girtina bajarê Amêrliyê de jî hêzên pêşmerge hevkariya wan kirin. Lê hevkariyên hikûmeta navendî ji bo herêmê li gor pêwîst nîne. Wan heta nekarî xwe biparêzin û çekên ku niha DAÎŞ li hember me bikar tîne yên hikûmeta Îraqê ne, ger şerê DAÎŞ’ê bi pêşmergeyan re neba dê heta Bexdayê çûbana’’.

Hevdîtina hevalên kevin

Di êrişa DAÎŞ’ê bo ser Mexmûrê de behsa berxwedana xelkê kampa penaberan a Mexmûrê tê kirin û gelek caran behsa qehremantiya gerilayên jin tê kirin, Barzanî derbarê hatina hêzên PKK bo nava herêmê dibêje: ’’Yên ku li vir bûn berê tenê xelkê kampa penaberan bûn. Bi êrişa DAÎŞ’ê re wan jin, zarok û kesên bi temen derbasî cîhen ewle kirin, lê hêzek ku ji xelkê kampê pêk dihat man, berxwe dan, şer kirin û qurbanî jî dan. Herwiha piştî bûyera Şengalê çend grûbên çekdarên PKK’ê xwe gehandine wê derê û di şerê bergiriyê de beşdar bûne’’.

Pêşmergeyekî bi temen behsa çalakî û çevnetirsiya jinên gerîla dike: ’’Demeke dirêje me şer nekiriye, lazime hêzên pêşmerge ji nû ve bêne rêkxistin’’. Pêşmergeyekî ciwan jî beşdar bûna gerilayan di şerê li dijî DAÎŞ’ê pêngaveke girîng û dîrokî dizane.

Ruhê hevkariyê li Kampê Zale, şerê li dijî dijminekî hevbeş pêşmerge û xelkên herêmên cûda li cîhekî kom kiriye, çeperên şer!

Şerê DAÎŞ’ê bûye sedema hevdîtina dostên dêrîn jî. Pêşmergeyek behsa hevdîtina hevalên kevn dike ku çendîn sale hevdu nedîtine: ’’Me gelek hevalên xwe li wir dîtin ku nêzî 20 salan yan zêdetir bû ku me hevdu nedîtibû yan ji hev cûda bibûn. Di jiyana penabertiyê de yan serdema Pêşmergatiyê de me hevdu nas kiribû, lê niha li wir, li çeperên şer em cardin hevdu dibînîn’’.

Tirkiyê bi me re hevkarî nekir 

Xala balkêş derbarê Tirkiyê û helwêsta wî welatî di cîh negirtina di şerê li dijî DAÎŞ’ê de ye. Şerê Mûsilê ji bo kurdan ceribandinek bû ku aşkera kir Tirkiye ji xeynî hevalbendekî ticarî, hevpeymanê rastînê kurdan nîne. Derbarê wê meselê de raya Barzanî dipirsim: ’’Me bihîstiye ku Tikiyê di warê kojestîkî de hevkariya DAÎŞê’ dike yan birîndarên grûbê li Tirkiyê têne dermankirin, lê di fermiyetê de belgeyên ku vê rastiyê biselimînin li ber destan nîn in. Derbarê hevkarî kirina me, zêdetirî salekî ye ku me ji bo kirîna çekan ji Tirkiyê yan vekirina korîdoreke bo kirîna çekan ji derve daxwaza hevkariyê ji Tirkiyê kiriye, lê ew daxwaza me hate red kirin. Herwiha weke ku me di nûçeyan de bînî bûyerên li Kobanê diqewimin ger zû pêşî lê neyê girtin egereke mezin heye ku bibe Şingaleke din. Weke me dît Tirkiyê rêgiriya derbaz bûna awareyan dikir, her welatekî sînor û siyasetên xwe hene, em carê sedemên rêgiriyê nizanîn’’.

 

Dîl girtina dîplomatkarên Tirkiyê li Mûsile ji aliyê DAÎŞ’ê ve sedemek ji bo cîh negirtina wî welatî di bereya navnetewî ya şerê li dijî DAÎŞ’ê hatiye ragehandin. Roja şemiyê serokwezîrê wî welatî di daxuyaniyekê de bêy ku cîh û demê aşkera bike got: ’’Hêzên me di oparasyonekê de karîne 49 dîplomatkar ji destê DAÎŞ’ê azad bikin’’.

Daxuyaniya ku medyayê şibandine fîlmên actionên Hindî

Lê di rastiyê de Tirkiye di warê bergîrî û dîplomasiyê de çi hêzek heye ku Emerîka û Înglîstanê nebû? Çima DAÎŞ serê rojnamevanên Emerîkî û Brîtanî jêdike, lê dîplomatên Tirkiyê radestî welatê wan dike? Hin pirsin ku piştî azadkirina dîplomatkarên tirk zêdetir berçav dibin.

Dipirsim gelo ger piştîvaniya Tirkiye ji DAÎŞ’ê aşkera bibe çi bandor li ser peywendiyên we çêdike: ’’Bêguman ev yek nayê qebûl kirin, lê heya niha belgeyeke rast û bawer pêkirî li ber dest nîne û tenê gote gotin’’.

Nûçeya azadkirina dîlên Tirkiyeyê, piştî êrişa çend roje ya DAÎŞ’ê bo ser Kantona Kobanê li Rojavayê Kurdistanê tê. Ya ku tê çaverêkirin helwesta Tirkiyeyê ji niha û pê de ye yan bi gotineke din çûna nav xaka Sûriyeyê bi henceta şerê bi DAÎŞ’ê re ye.

 

DAÎŞ, Îran û PDK digehîne hev?

Ji dema derkeftina DAÎŞ’ê , Îran li dijî vê grûbê sekiniye, ji ber çi Îran li dijî DAÎŞ’ê ye. Hevkarî nekirina Tirkiyeyê, herêma Kurdistan û Îranê nêzî hev dike?

Barzanî aşkera dibêje: ’’Siyaseta me weke PDK aşkera ye, em li dijî tu kes û aliyan nîn in. Her kes û aliyek jî hevkariya xelkê Kurdistanê bike dostê me ye. Dostaniya me û Komara îslamî ya Îranê dostaniyeke dêrîn e. Me bi hev re bi rejîma Sedam re şer kiriye. Herwiha li gor zanyariyan û gotinên Serokê Herêma Kurdistanê, Îran yekemîn welat bû ku amade bûna xwe ji bo hevkarî kirina Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞ’ê ragehand. Heta weke hevkarî hindek çek û teqemenî jî bo me şandin’’.

Heya sê mehên din Kurdistanê ji DAÎŞ’ê paqij dikin

Şerê kurdan bi DAÎŞ’ê re şerekî demdirêje yan demkurt: ’’Bêguman li Kurdistanê dawî bi şerê teror, tirs û xofê nayê. Kurdistan warê bi hev re jiyanê ye. Malbata me zêdetirî sedsalekêye ji bo wê xak û welatî di şer daye, 100 sal beriya niha ku xirîstiyan û cihû weke kafir dihatine bi navkirin li gundê Barzan bi hev re dijiyan. Terorîst wê naxwazin û gefeke berdewam li ser Kurdistanê. Lê ger mebest şerê rû bi rû li çeperan de ye, heya du yan sê mehên din hemû navçeyên Kurdistanê ji terorîstan paqij dikîn û DAÎŞ nikare bi awayekî demdirêj wî şerî berdewam bike’’.

Dema lidar xistina Kongireya Netewî hatiye

Êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Kurdistanê xewn û hêviya kurdan pêk anî.  Hin tişt  di demên asayî de çareser nedibûn di dema tengasî û metirsiyêde pêkhat û DAÎŞ’ê hêzên Kurdistanê li dora hev kom kir. Behsa kongireya netewî dikim: ’’Peywendiya di navbera kurdan de tu caran weke niha baş nebûye û ger rewşa ewlekariyê rêgir nebe baştirin dem ji bo lidarxistina kongreya netewî ye’’.

Heta Îraq parçe nebe aramiyê nabîne

Di guhertinên herêmî û darêştina Rojhilata Navîn a nû de de cihê kurdan li kuye: ’’Di rastiyê de heya niha piştevaniyeke rasterast ji bo ragihandina Kurdistanê weke welatekî serbixwe nîn e. Behsa rapirsiyê jî ji ber şerê DAÎŞ’ê dê paş bikeve lê zû yan dereng dê bê kirin, ku zêdetir bi aramiya herêmê ve girêdayî ye.

Bi êrişa DAÎŞ’ê bo ser Mûsilê behsa dabeşbûna Îraqê bo sê herêmên şîe, sune û kurdan dihate kirin. Ger Îraq bo sê herêmên konfederal jî dabeş nebe, heta bi hatina hêzên Emerîkî jî ew welat tucarî aramiyê bi xwe ve nabîne’’.

 

Pirsiyara dawî  di derbarê nave kampê de ye, ’’Pilingê Reş’’. Fermandarê ciwan lêv bi ken bersivê dide: ’’Pilingê Reş nave min yê serdema pêşmergatiyê ye, nave min di nava hereketê de bû, li ser Bêtelê jî min heman nav weke navê nihênî bi kar dianî. Kampa ku niha em têde ne, berê artêşa Îraqê tê de bû, dema em hatin me kamp kire du beş û ji ber ku kampa artêşa Îraqê nave xwe hebû me jî ew nav ji bo kampa xwe hilbijart’’.

 

Wênegir: Hêvîdar Sebrî

Çavkanî; BasNûçe