Hevserokên BDP û KCD serdana Qendîl`ê dikin

Hevserokên BDP û KCD serdana Qendîl`ê dikin

Rêzehevdîtinên di navbera AKP, BDP, Qendîl û Îmraliyê de berdewamin. Piştî ku şandeya BDP’ê bi rayadarên hukumeta AKP’ê re civiyan vê carê jî nûnerên BDP û KCD’ê seredana Qendîlê dikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP`ê)  Gultan Kişanak ji bo hevdîtinê di gel berpirsên KCK pêk bînin çûne Qendîlê.

Li gor nûçeyek Ajansa Firatê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Ehmed Turk û hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP)’ê Gultan Kişanak, şeva borî derbasî  Başûrê Kurdistanê bûne û biryare hevdîtinan di gel berpirsên KCK’ê pêk bînin. Piştî bûyerên dawî yên Lîceya Amedê berpirsên KCK’ê nîgeraniya xwe destnîşan kiribûn û gotibûn ku hukumeta AKP’ê di pêvajoyê de ne dilsoze. Di hevdîtina dawî ya wezîrên hukumeta AKP’ê û şandeya BDP’ê de jî BDP’yiyan daxwaz û pêşniyarên xwe ji hukumetê re ragehandibû.