Heyeta Kurd û Facebookê hevdîtin pêk anîn

Heyeta Kurd û Facebookê hevdîtin pêk anîn

Şandeya BDPê li Londonê bi dîrektorê Facebookê yê Ewropayê Rîcard Allan re hevdîtin kir. Ji rayedaran hat xwestin ku navnîşanên BDPê yên li ser Facebookê ku hatibûn girtin ji nû ve vekin û îadeyî wan bên kirin.

Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Fîlîz Koçalê diyar kir ku ji bo navnîşanên BDPê yên li ser Facebookê ku berê hatibûn girtin bên îade kirin bi rayedarên facebookê re hevdîtin kirine û wiha dewam kir: “Me got bila rûpelên me yên ku li ser facebookê hatine girtin ji nû ve bên vekirin. Me xwest ku facebook bila wek berê bi awayekî demokratîk tevbigere û dema giliyan dinirxîne jî li gor rêzikên azadiyê tevbigere.”

Hawarnet