Heyran Jaro wefat kir

Dengbêjê navdar yê herêma Botanê Seyîd Fadilê Cizîrî wefat kir.
Cizîrî ku heft sal bû bi nexweşiya Parkînsonê ketibû doh li Batmanê wefat kir.
Navbirî di sala 1962\'ê da li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Fadil, Sêvê dengbêj bû û Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bû û ev yek jî bûye sedem ku di temenê biçûkaniyê de eleqeyeke zêde nîşanî stranên dengbêjiyê bide û stranên ku ji zarê dayîka xwe dibihîstin ezber dike.
Cizîrî di temenê 14 saliyê da dest bi strîna kilaman dike û piştî vê li herêma Botan, Serhed û gelek deverên Başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de cih digire.
Cezaneyê Cizîrî piştî merasîmeke girseyî li Goristana Cizîrê hate veşartin. Taziya navbirî sê rojan dê li Mehela Cudî bê danîn.