Hêzên YPG gundê Cafa bi giştî ji çeteyên Islamî rizgar kirin

Hêzên YPG gundê Cafa bi giştî ji çeteyên Islamî rizgar kirin

Hêzên YPG îşev (23-24.09.2013) bi hejmarekî zêde şervanên Kurd ve gundê Cafa yê nêzîkî bajarokê Çil Axa dorpêç kirin û çeteyên El Nusra tengav kirin.
Şer 3 demhijmêran berdewam kir. Hejmareka zêde ji çeteyan hate kuştin. Li gorî agahiyên dawiyê 2 birîndarên şervanên YPG hene. Di encama şerekî dijwar de gundê Cafa ji çeteyan hate paqijkirin û kete destê YPG de. Tê hêvîkirin ku di demhijmêrên pêş me de dê ji aliyê YPG ve bi giştî encama çalekiyê û kuştiyên çeteyan bêne ragihandin. Lê vê demhijmêrê ji aliyê Fermandarên YPG ve di encama çalekiya îşev de hate raginadin ku wana gundê Cafa rizgar kirine.

 

Rewanbej.net