Hikumeta AKP’ê pakêta reforman amade dike

Hikumeta AKP’ê pakêta reforman amade dike

Li gor nûçeya televîzyona Tirkiyê Haberturk, piştî ku hêzên PKK’ê derketin derveyî sînorên Bakûrê Kurdistanê dê hikumeta AKP’ê pakêtekê reforman amade bike. Nûçe dibêje ku bi guhertinên qanûnî dê piraniya girtiyên KCK’ê bihêne azadkirin.

Li gor nûçeya televizyona Haberturk piştî hevdîtinên hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û hevserokê KCD Ahmed Turk yên di gel Qendîlê û berpirsên hikumeta AKP’ê, ji bo çareserkirina arîşeyan di çend xalan de li hev kirine. Nûçe vê li hevkirinê di çend xalan de weha rêz dike;

– Ji bo hikumet sererastkirinên yasayî bike merc daniye û diyar dike ku divê PKK bi temamî hêzên xwe yên çekdar ji nav xaka Bakûrê Kurdistanê vekêşe. PKK jî dê heta meha Îlonê paşde vekêşandina hêzên xwe bi dawî bike.

– Dê BDP xwepêşandanên xwe yên bi navê ’Hikumet gavan bavêje’ bi nermî pêk bihîne û gengeşiya ji ber rûdanên Liceyê derketiye jî bi dawî bike.

– Dê komîsyonên ku nûnerên saziyên medenî tê de cîh digrin, çavdêriya peşde vekêşandina hêzên PKK bike.

– Di vê pêvajoyê de, dê hikumet jî girtiyên nesax azad bike.

– Piştî ku paşde vekêşandina hêzên PKK’ê bi dawî bibe dê hukumet pakêteke reforman aşkira bike. Xala herî bingehîn ya vê pakêtê de jî guhertina xala 220’ane  ku weke ’bi armanca pêkanîna tawanan avakirina rêxistinê’ dihête binav kirin.

– xala endamtî û harîkariya rêxistinî jî dê bihête guhertin. Bi vê awayî dê piraniya girtiyên KCK’ê bihêne azad kirin.

– Li gor nûçeyê dê şert û mercên girtîgeha İmraliyê û yên serokê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bihêne guhertin û destûr hebe ku bi şandeyên BDP’ê, malbata xwe û parêzeran re jî hevdîtinan bike.

Piştî ku şandeya BDP’ê ji Qendîlê vegeriya di heman demî de nameyeka ku Ocalan nivîsandibû jî gehişte destê navenda BDP’ê. Li gor agehiyan dê parlementera BDP’ê Perwîn Buldan vê nameyê bibe Qendîlê û bigehîne destê berpirsên KCK’ê.