Hikumeta herêma Kurdistanê bi tundî şiyarî da El Nusra

Hikumeta herêma Kurdistanê bi tundî şiyarî da El Nusra

Hikumeta herêma Kurdistanê bi tundî şiyarî da El Nusra û daxwaz kir ku dest ji êrîşên li dijî gelê Kurd yê Rojava berde.

Hikumeta herêma Kurdistanê ji ber zêdebûna êrîşên komên tundrew yên îslamî û bi taybet komên El Nusra û Dewleta Îslamîya Iraq û Şamê yên li dijî gelê Kurd, bi rêya Turkiyeyê peyamek tund şand. Hikumeta herêma Kurdistanê di peyama xwe de şiyarî da her du komên ser bi El Qaîdê û xwest ku demildest dest ji êrîşên xwe yên li dijî Kurdan berde.

Heftenameya Bas der barê vê peyamê de raportek weşand û diyar kir ku di peyama hikûmeta herêma Kurdistanê gotiye serokatiya herêma Kurdistanê li hember vê reşwa niha bêdeng namîne. Rapor dibêje peyama hikumeta herêma Kurdistanê bi rêya çend kanalên Turkiyê gihîştiye destê berpirsên van koman. Hikumeta herêma Kurdistanê diyar kiriye ku heger ev êrîş berdewam bikin eve jî dibe egera bi kar anîna hêzê.

Her weha birîkarê wezareta pêşmerge Enwer Hacî Osman ragihandiye ku lîwaya 8 an ya hêza peya ya pêşmerge li ser sînorê herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye û heger pêywîst bike ew dê biryara serkirdayetiya siyasiya herêma Kurdistanê cîbicî bike.