Hikumeta herêma Kurdistanê: Li Rojava komkujî pêk nehatiye

Rawêjkarê hikumeta herêma Kurdistanê ragehand ku di raporta lêkolînê ya jilneya Rojavayê Kurdistanê de aşkere bûye ku çi belgeyek aşkira nîne ku li Rojavayê Kurdistanê komkujî pêk hatibe, pirsgirêk di pêkanîna asayîş û birêvebirina navçeyên Kurdî de heye. Her weha li gor raportê na dadperweriya di dabeşkirina hevkariyên mirohiyê de jî ji ber xwe sepandina yek hêziyê peyda dibe. Rawêjkar dibêje rêkeftina Hewlêrê jî dihête piştguh kirin.
Rawêjkarê serokatiya herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sebah bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku serokê herêma Kurdistanê bi nameyekê daxwaz ji komîteya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd kir ku lijneyekê ava bikin û li ser îdîayên ku dibêjin li Rojava komkujî heye, lêkolînan bikin. Komîteya amadekar jî bi beşdariya aliyên siyasî ya her çar perçeyan lijneyek ava kir. Vê lijneyê di 19’ê Tebaxê de serdana Rojava kir û di nava 5 rojande lêkolînên xwe encam da. Lijneyê nêzîkê 400 kesan re hevdîtin pêk anî û piştî vegerê raporta xwe amade kir û pêşkeşê serokatiya herêmê kir.
Dr Omîd Sebah diyar dike ku lijneyê daxuyandiye ku li gor hevdîtinan jî çi belgeyek aşkira nîne ku li Rojavayê Kurdistanê komkujî pêk hatibe, ewê ku rû daye pevçûna di navbera du hêzên çekdar de ye. Omid Sebah dibêje rê nedane serdana bajarê Amûdê bikin da egera gule berdana ser xwepêşanderan û şehîdbûna welatiyan bihête zanîn.
Sebah dibêje lijneyê amaje kiriye ku rewşa rojavayê Kurdistanê gelekî aloz bûye û ewlehî û aramî û nebûna kar û xizmetguzariya tenduristiyê û nebûna elektrîkê û têkçûna bîrên avê bûye sedema têkçûna jiyanê li wir, her wiha hatiye gotin ku hinek nexweşxane ji aliyê komên çekdar ve hatiye talankirin û ji ber wê jî xelk ji ber nebûna derman û pijîşk ketine nav rewşek zehmet û xelkê wir neçar mane berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û metirsiya vê yekê jî di raporê de hatiye eşkerekirin ku erebên deverên din yên Sûriyê derbasî deverên Kurdî bibin û ev jî bibe sedema guhertina demografiya rojavayê Kurdistanê.
Her weha di daxuyaniyê de behsa pêşniyarên şanda lêkolînê hatiye kirin ku daxwaz dike “rêkeftina Hewlêrê” ya partiyên rojavayê Kurdistanê were aktîfkirin, Desteya Bilind ya Kurd were çalak kirin, hemû aliyên rojava beşdarî rêvebirin û parastina wî beşê Kurdistanê bin û şerê li wê derê were sekinandin û rêya bazirganiyê li ser sînorê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê jî bê vekirin û tenê aliyek sînoran kontrol neke. Her wiha koçberiya Kurdên Rojava bo Başûr û Bakûrê Kurdistanê bê sekinandin.
Li gorî daxuyaniyê, di dawiya rapora lijneya lêkolînê ya komîteya amadekar de hatiye xwestin ku divê bilez pêdiviyên derzî û derman bo rojavayê Kurdistanê bê dabînkirin û derfeta bazirganiyê li ser sînorê başûr û rojava bê çêkirin.
Rawêjkarê serokatiya herêma Kurdistanê Dr. Omîd Sebah piştevaniya xwe bo hemû pêşniyar û nêrînên şanda kumîteya amadekar a KNKê ragihand û wiha got: “Divê hemû alîkariyên mirovî bo rojavayê Kurdistanê bê dabînkirin û ev alîkarî bi rêka lêjneyek hevbeş bê dabeşkirin. Her wiha divê hemû aliyên rojava di rêvebirin û parastina rojava de beşdar bibin.”