’Hikûmeta Kurdistanê desthilata merkezî qebûl nake’

’Hikûmeta Kurdistanê desthilata merkezî qebûl nake’

Piştî îmzekirina girêbesta giranbeha ya meha borî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, roja îna borî şandina petrola Kurdistanê bi rêya boriya nû dest pê kir. Lê belê heta niha dema hinardekirina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê bi fermî nehatiye diyarkirin.

Der barê vê mijarê de Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di daxwiyaniyekê de ji bo BasNewsê axivî û tekez kir ku ew girêbesta petrolê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de heye, destûrî û yasayî ye.

Di vê derbarê Felah Mistefa got: ’Yekem xal ew e ku Kurdistan herêmeke şer’î ye li İraqê û evna jî tê wê wateyê ku em vê herêmê birêve dibin bi nûnerayetiya hikûmeta federal. Dueym jî me eşkere kiriye ku serdema merkeziyetê qediya ye û welat li ser bingehê prensîba federalîzmê hatiye bingehdanîn ku em jî şirîk in û desthilat bê dabeşkirin, herwiha ew karê me kiriye yasayî û destûrî ye.’

Di Konferansa Navdewletî ya Petrol û Gazê de ku destpêka vê mehê li bajarê Hewlêrê birêve çû, gelekî behsa hevahengiya navbera Bexda û Hewlêrê dihat kirin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hemû wezîrên hikûmetê tekez kirin ku ew dixwazin bi hev re kar bikin, lê belê wek Felah Mistefa qal dike, hevahengî tiştekî zehmet e, dema aliyê beramber nexwaze hevahengiyê bike.

Felah Mistefa wiha axifî: ’Hikûmeta Kurdistanê pêşwaziyê li hevahengiya ligel Bexdayê dike, lê dema Bexda ne amade be were pêş, evna ne tiştekî baş e ku me neçar bikin her çav li rê bin, daxwazên xelkê me hene û em li beramber hevwelatiyên xwe berpirsyar in. Herwiha İraqa nû cuda ye ji İraqa kevin û careke din Herêma Kurdistanê desthilata merkezî qebûl nake.’’

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ’’Em şirîkê vî welatî ne û ya herî baş Bexda were bipêş de, rastiyê li ber çav bigire ku Kurdistanê berjewendiya hemû İraqê li ber çav girtiye. Petrol û gaz milkê hemû İraqiyekî ye, milkê hemû herêm û parêzgehekê ye û divê hatina wê jî bi ser hemû aliyan de bê dabeşkirin.’’

Derheqa gotûbêjên navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim de jî, Mistefa got: ’Divê paşeroja Sûriyê ji aliyê miletê Sûriyê ve bê diyarkirin, ne ku ji aliyê yek partiyê ve. Biryara îdareya xwecih a Kurdistana Sûriyê ji aliyê PYD’ê ve karekî yekalî bû. Em piştgiriya mafên Kurdan dikin û em dixwazin paşerojeke baştir ya Kurdan hebe li Sûriyê, lê divê ew bi xwe paşeroja xwe diyar bikin, ne ku tenê partiyeke siyasî bi awayekî yekalî tevbigere, tişta em dixwazin ew e ku hemû partiyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re kar bikin û her dema karekî wiha jî kirin, em ê piştgiriya wan bikin.’

Basnews