Hikûmeta Misrê Birayên Misliman weke koma terorsît bi nav kir

Hikûmeta Misrê Birayên Misliman weke koma terorsît bi nav kir

Hikûmeta  demkî ya Misrê ku ji aliyê artêşê ve tê piştîvanîkirin, rêxistina Birayên Misliman an ku Îxwanil Muslimîn weke “grûbeke terorîstî “ îlan kir.

Televîziyona Hikûmeta Misrê di nûçeyeke lezgîn de ragehand ku dewleta Misrê ragihand ku her xwe pêşandan û civîneke ku ji aliyê vê grûbê ve bihgête kirin, derveyî qanûnê ye. Ev biryar ji aliyê Cêgirê Serokwezîrê Hikûmeta demkî ya Misrê, Hisam Mihemed Îsa ve hate ragihandin.

Rêxistina Birayên Misliman Exwanul Muslimîn ev biryara hikûmeta Misrê bi tundî şermezar kir û wek ’biryareke bê wate’  binav kir.