Hîroxan îro bi balyozê Emerîka re civiya

Hîroxan îro bi balyozê Emerîka re civiya

Îro li bajarê Silêmaniyê, konsilê Emerîkayê yê nûh li Hewlêrê Cozêf Binînkon serdana Silêmaniyê kir û ji aliyê xanima yekê ya Êraqê ve hate pêşwazî mkirin.
Di wê serdanaê de, mêvanên serdankirî li rewşa serok Mam Celal pirsiyan û rola Mam Celal di proseya siyasî ya Êraqê de gelek mezin nirxandin.
Ji aliyê xwe ve jî, Hîroxanê dilnyaya şanda Emerîkî yê mêvan kir ku rewşa tenduristiya serok Talebanî baştir e û aram e.
Şanda Emerîkî jî xweşhaliya xwe ji aramiya rewşa Herêma Kurdistanê re nîşan dan û ew pêşkeftinên zû bi zû di asta herêmê de bûne ku ji aliyên din yên Êraqê hêmintire û ewlehiya wê bihêztir e.
Her weha konsilê berê yê Emerîkî kotayiya erkên xwe anî ziman û erkê xwe radestî konsilê nûh kir û Cozêf Binînkon wê wek konsilê nûh li Herêmê dest bi karên xwe bike.
Di civîna herdu aliyan de, li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Êraqê hate gotûbêjkirin û aliyê Emerîkî piştîvaniya xwe ji hilbijartinan re nîşan da.

Pukmedia