Hoşyar Zêbarî: Karîgeriya Îranê li ser Malîkî heye lê ne zilamê Îranê ye

Hoşyar Zêbarî: Karîgeriya Îranê li ser Malîkî heye lê ne zilamê Îranê ye

Hoşyar Zêbarî: Karîgeriya Îranê li ser Malîkî heye lê ne zilamê Îranê ye
Wezîrê karên derve yê Îraqê Huşyar zêbarî di hevpeyvînekê di gel Rudawê de ragehand ku serokwezîrê Îraqê Nûrî Malîkî di bin karîgeriya Îranê de ye lê ne zilamê Îranê ye. Zêbarî ku eve 10 sale wezîrê karên derve yê Îraqê ye û hindek car dihête gotin ku çi mifayeke vê postê bo Kurdan nebûye. Lê Zêbarî diyar dike ku heger ne ji ber wezîrekê derve yê Kurd ba li herêmê Kurdistanê jî 30 konsolxane venedibûn.
Huşyar Zêbarî der barê pêvajoya aşitiya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de, pêwendiyên Îran û Amerîka û her weha der barê hikûmetê dahatû yê herêma Kurdistanê de nêrînên xwe di vê hevpeyvînbê de bilêv kir.
Di hevpeyvînê de sebaret bi civîna dawî ya Neteweyên Yekbûyî Zêbarî got ev cara yanzehemîne ku beşdarê van civînan dibe lê ev civîn ji bo Îraqê ji civînên din cudatir bû. Zêbarî daxuyand ku Îraq di bin benda heftem ya biryara Neteweyên Yekbûyî rizgar bû û sizayên ku hatibûn dayîn jî dumahîk hatin. Ji ber vê jî ev civîn ji yên din jî girigtir bû
Zêbarî der barê pêwendiyên di navbera hikûmeta herêm û ya navendî ya Îraqê de jî daxuyand ku ji ber proje yasaya neftî di navbera Hewlêr û Bexdayê de arîşe hene, li ser vê yasayê rêkeftinek pêknehatiye û heta niha jî ev arîşe berdewamin. Lê belê çûna Serokê herêmê Mesûd Barzanî ya Bexdayê û hatina Nûrî Malîkî bo Hewlêr hindekî ev hewya bi arîşe nerm kiriye.
Zêbarî dazanîn ku tu caran kêşeyên di navbera Hewlêr û Baxdayê ti caran karîgerî li wan nekiriye, ji ber ku ew nûnerê Kurdanin li Bexdayê. Zêbarî got: ”Dema nakokî jî durust dibin, em hewl didin çareser bikin, di navbera Bexda û Hewlêrê de rola me heye.”
Hoşyar Zêbarî got: ”Me ji bo Kurdistanê jî pir tişt kirine. Heger em li Bexda nebûna, 30 konsolxaneyên welatên biyanî li Hewlêr nedebûn. Eve hemû biryarên hikûmetin lê biryarên wezareta dervene jî.
Der barê pêvajoya aşitî ya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de jî Zêbarî diyar kir ku di vê pêvajoyê de tişteke bi nivîskî an ku peymanek nîne. Tenê çend bername hatine ragehandin bo sekinandina şer û her weha bo çekdarên PKK li Tirkiyê nemînin. Dibêjin dê hidek guhertin di yasayên Tirkiyê de jî bihêne kirin. Heta niha PKK hindek daxwazên Tirkiyê pêkaniye lê niha top li aliyê Tirkiyê ye. Divê niha Tirkiye hindek gavan biavêje. Divê danustandinên rasterast jî hebin.
Wezîrê karên derve yê Îraqê Hoşyar Zêbarî der barê nêrînên ku dibêjin Nûrî Malîkî gotina Îranê dike û zilamê Îranê yejî got: ” Malîkî ne zilamê Îranê ye. Li ser vê hindek gotin hene. Raste hindek serkirde demakê li Îranê penaber bûne, peywendiya wan hebûye. Lê niha bûne xudanê vê welatê mezin û vê dewlemendiyê ma ji ber çi bibin xizmetkarê yekê din. Heger bêjin pêwendîi heye, raste pêwendiyek pir bi hêz jî digel Îranê de heye. Lê ne di wê astê de ye ku bibe zilamê Îranê. Ez ne li gel vê nêrînê de me.”
Li ser pirsa ku ji ber çi Malîkî beşdarê civîna Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê nebûye, ma raste gelo serokê Amerîkayê Barack Obama nexwestiye wî bibîne jî Zêbarî got: Eve ne raste. Di bernameya Malîkî de heye ku di meha Mijdarê de serdana Amerîka bike.”