Hozan Comert li Stenbolê hate girtin

Hunermendê Kurd Hozan Comert ji bo tevlî çalakiyeke li bajarê Wanê bibe ji Elmanyayê hate Tirkiyê. Hozan Comert li balafirgeha Ataturk ya Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hate girtin.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Hozan Comert ji ber lêpirsîneke berê ya der barê wî de hatiye girtin. Nûçe dibêje piştî binçavkirinê ew birine nexweşxaneya dewletê ya Bakirkoyê û tenduristiya wî kontrol kirine.
Piştî hingî jî ew anîne navenda polîsan ya li balafirgeha Ataturkê. Hate gotin ku dê ku hunermend Comert bi şev li navenda polîsan bimîne û sibê jî ji bo kar û barên lêpirsînê radestî edliya Bakirkoyê bikin.
Parêzer Rêzan Sarica der barê rewşa huqûqî ya hunermend Comerd de agahî dane û gotiye ku ewan çi agahiyeke zelal der barê lêpirsînê de, wernegirtine.
Hozan Comert beriya niha di meha Gulanê de, ji bo beşdarê konsera Federasyona Komeleyên Xwendekaran ya Demokratîk (DODEF) ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bibe hatibû Tirkiyê. Lê bi ji ber ku ne welatiyê Tirkiyê ye û ji ber li dijî qanûna pasaportê derketiye, hatibû dersînorkirin.
Hozan Comert ji Dêrsimê ye û demeke dirêje li Ewropa kar û xebatên çand û hunerî birêve dibe.