Hûn dizanin Tûzik dermanê çiye..?

Tûzik, giyayek xwarinê ya bêhnxweş e. Bejna wê 30- 70 cm bilind dibe. Naftenga wê kesk an jî keskeşîn e, wek movikan li ser hev bilind dibe. Nava navtenga wê vala ye. Ji navtengê çiq jê belav dibin. Bi çiqan ve pelên kesk yên zirav wek tayê birçik e. Di nîvê havînê de kulîlkên wê yên bêhnxweş, zerîn wek ûşî û sîvankan xwe digehînin hev. Bizrê wê pahn û hêkanî (peyzî), di nava wan kulîlkan de ne. Rengê wan esmerê qahweyî ne. Di TIB ê de tovê wê jibo derman û parfûman tê bikaranîn.
Dîrok û welat: Di dema Fîrewûnan de, li Misrê, Romayê û Grêkistanê, tovê wê wek baharat û derman dihat xebitandin. Ji wan belavî dinyayê bûye. Niha li hemi deverên dinê tê xebitandin. Li Kurdistanê di baxçe an jî di eywanan de jibo bênxweşî û baharatê tê çandin. Welatê wê Derya Spî ye.
Berhevkirin: Belgên wê dema kesk in bi ciqan ve tê jêkirin, di sîberê de tên hişkkirin û di nava qawanozan (qetremîzan) anjî tûrên caw de tên parastin. Bizirê wê havinê hêjta tovên wê baş negiheştî bi çiqan ve tê birîn, bi qevdikên neşidîyayî tê daliqandin, dema rengê bizrê wê bû gewrêqehweyî, li ser cawek paqij an jî li ser kaxizê tê daqûtan. Ew bizir dikevin ser wî tiştê raxistî, paşê tê komkirin û di nav firaxek cam de li cihek zuha bi devgirtî tê paraztin.
Têdayî: Protaîn, Karbonhîdrat, Selûloz, Mîneralên Wek : ( Fosfor, Kalsiyûm, Asin, Sodyom, Potasyum ) Vîtamîn A, B1 , B2 –B3- B6 – C – E .
Kêrhatî: Pelên wê, li gor ceribandinên TIB -ku li ser mişkan hatîye tesbîtkirin- Serumunda Tirglîserît % 50 ya Kolesterolê % 20 kêm kiriye. Bizirê wê, ceribandinên li ser heywanan daye kifşkirin ku damaran fireh dike, dewisîna xwînê kêm dike, lêdana dil hêdî dike. Wekî din givirandinê (hezmê) hêsan dike, rêyên destavê vedike, îştahê vedike, hêrsê dadixe, bedenê rehet dike, gazên mexde û rûvikan tavêje, ji zikêşê re başe, jibo vereşandin û xelihandina mad, îsk, werîmina zik, başe. Şîrê dayîkê zêde dike, bêhnên dev ji holê radike, jibo bêhnvekirinê başe. Bi taybet jibo nexwşîyên, kezebê, kîskê sefrayê (kîskê zirav) û odemê tê pêşkêşkirin.
Karanîn: 1-Çayê 2- xwarin 3- Zelete.
Çaya pelan: Kevçîyek şêranî sibita hûrkirî (ter anjî hişk) bêxin nav qedehek ava kelandî, bila 10 deqan di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û bi firtan germegerm rojê 3 caran qedehekê jê vexwin.
Çaya bizir: Kevçîyek bizrê sibitê yê herişandî an jî qutayî bêxin nav qedehek ava kelandî, 10-15 deqan bila di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û berî xwarinê vexwin.
Xwarin: Bizir û pelên Tûzikê mirov dikare jibo tamxweşkirinê û hezmê bêxe nav hemi cûreyên xwarinan û birûşan ( şorban). Xasma ji yên dew û mast têde heyîn.
Zelete: Bizir û belgên sibitê dikevin nav hemi cûreyên zeletan, nemaze jibo yên mast û xîyar têde. Herweha jibo delalî û xweşikahîya zeletan dekoreke başe.
Jêder: Ajans