Huner di nav guriyên agirê şer de | Zanyar Umran

Zanyar Umranî
Wergêra Ji Farsî: Dêrsim Oremar
Di nava bajêr de karên wan dibînim û ecêbgirtî dibim. Vedîtina afirênerên wan neqşan di nava wî bajêrê biçûk de zehmet xuya nake. Bi çend pirsên ji xelkê, bi cihê wan dizanim û di nava kêmtir ji nîv saetê de hevdu dibînin.
Cade, meydana xwederxistina hunera Graffitî ango dîw arnivîsiyê ye û ev huner emrazek ji bo derbirîna nerazîbûnên siyasî û civakî tê hesibandin.
Êdî Sûriyê weke polaya tevandî û kutayî xwe li ber serhildanan digre. Omer Şiyux û Rama Aslan, du ciwanên serkêş, qedrê cade û dîwarên bajêr dizanin. Dîwarên ku ji galeriyên bi heybet, Amphitheatre û komeke kaxezên vexwendina xelkê bê niyaze. Wan bi neqş û nivîsên xwe cade û dîwarên Amûdê, bajarê biçûkê Kurdan ya li bakurê Sûriyê dagîr kirine.
Graffitî, hunera ku êdî huereke giştî û li ber çavane, tenê dîwarekî dixwaze û reng û çend firçeyan. Li wir tu pêwîstiyek bi mezinkerên hunerê nîne.
Rewş ewqas tevliheve ku Omer û Ram jî di tengasiyan dene. Dibêjin, berhemên me rasterast û bê navbeynkariya tu kesî/ê li cihên giştî li ber çavên temaşavanane û ji bo demeke kurt jî be xelkê ji jiyana dubare û rojane dûr dixe.
Derbarê şerê Sûriyê, hemûyan karê hevbeşê komeke xwendekarên Graffitî ya bajarê Derayê di vêxistina pêlîskên şerê navxweyê wî welatî de nedîtî hesibandin.
«الشعب یرید اسقاط النظام » (Gel hilweşîna hikûmetê dixwaze), ev dîwarnivîs bû sedema girtin û îşikenceya çend xwendekarên şêniyên Derayê û pêla nerazîbûnan zêdetir kir. Di berdewamiyê de Mihemed Xencî Graffitkarê Dimeşqê hate girtin û bi mirina Mihemed Retîb di July a 2011ê de, zext û givaşa rejîma Beis ya li ser Graffitkaran aşkera bû. (1)
Çend roj li ser bûyerên newrozê û teqînên Hesekê re derbaz bûne û ez niha li Kantona Cizîrê me. Bajêr di bêdengî û aramiyê de ye, lê civata gel di çayxaneyan de berdewame. Hin kes hêjî hilbijartinên beriyê newrozê şirove dikin û hin kes jî behsa bûyerên newrozê.
Li cadeyan dimeşim û derdorê dişopînim, neqş û nîgarên 3D yên ser dîwaran bala min dikşîne. Li herêmeke weke Kurdistana Sûriyê ku di salên borî de bi awayekî berdewam û li pey hev rastî êrişa grûbên îslamî hatiye û hê jî şer li bajarên weke Serêkanî û Hesekê berdewame, dîtina neqş û nîgarên modern, balkêşe.
Bi çend pirsan navnîşana xemlênerên dîwaran peyda dikim. Du ciwanên 22 salî ne, Ram Aslan û Omer Şiyux. Bi heman stayla dîwarnivîsên hemû cîhanê, kumên ecêb û cilên reş. Di yekem hevdîtinê de Ram gelek li serxwe û bi xwe bawer diyare. Cixareyeke ”KENT” pêdixe, di rewşekî de ku deqên kutayî li ser dst û baskên wî bala min dikşîne, jê dipirsim, wateya navê te, çiye?
dibêje: ”dev jê berde, nizanim”. Bi henek ji Omer dipirsim, çi peywendiya te bi xelîfeyê duyem ê Raşidiyan re heye? cidî bersivê dide û bi tundî dibêje: ”Na, ez Atheist im” û ji min dipirse tu ji kuyî? dema zanî ji Îranê hatime, rasterast got: ”çima piştîvaniya Beşar Esed dikin?!”.
Bi heman taybetmendiya xwe ya radîkal û li gorî temenê xwe behsa nebûna xwedê dikin. Ram dibêje em Anarşîstin. Û herdu jî DAİŞê mînaka rastîn a îslamê dizanin.
Li Sûriyê hejmara grûbên Graffitî ne kêmin, lê li herêmên Kurdan tenê grûba du kesî ya Ram û Omer wî karî dikin. Ji Omer derbarê berfirehtir kirina karê wan li bajarên din yên Kurdistanê dipirsim, dibêje: ” me dixwest li bajarên din yên rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî karên wiha bikin, lê ji ber ku me eskerî nekiriye nikarin bi serbestî hatûçûyê bikin. Di hikûmeta Esed de eskerî bi zorê ye û kesên eskerî nekirine di tengasiyan dene”.
Bi baweriya Ram nebûna peywendiya di navbera Grafîstên Sûrî bi yên rojhilata navîn re kêmasî û xaleke nerênî ye. Dibêje: ” li Sûriyê tenê stranbêjî huner tê hesibandin. Lazime huner bi xelkê û şervanên me re be û ev yek erkê me ye”.
Ram û Omer bi xebatên xwe tenê dîwarên cadeyan nexemilandine, rûpeleke bi navê grûba wan di Facebookê de jî heye û ji aliyê nêzî 2000 kesan ve hatiye ecibandin. Wêneyên xebatên xwe dikşînin û di rûpela xwe de jî parve dikin.
Herdu jî li zanîngeha endazyariya çandiniyê dixwînin. Dibêjin, bi awayê pratîk û bi kelik wergirtina ji înternet û pirtûkên taybet fêrî hunera Graffitiyê bûne.
Grûba Graffitî ya ku jê hez dikin ” Banksy” ye. Guhdariya muzîka Metal û Metalica dikin. Grûbên ku jê hez dikin: “Draconian, Pink Floyd, Evanescence, Linkin Park” in, lê Ram grûba dawî ewqas naecibîne.
Ji rewşa xebatê nerazîne, lê hêvîdarin. Bi wênegirî û karên din dahata xwe dabîn dikin. Lê ji her karekî bêhtir li ser karê xwe berdewamin. Ram dibêje: ”karê me yê serekî eve û dest jê bernadin. Em bi hêvîne yekitiyekî ji bo Giraffîistan li Rojava ava bikin . Lazime wî karî mezin û berfireh bikin”.
Bi pêşniyara Ram di nava bajêr de dimeşîn da ji nêzve xebatên wan bibînin. Xebatên berê kêmreng bûne. Omer dibêje: ”ji ber ku madeyên me ne eslin û bi derbaz bûna demê û barîna baranê re reng û rûyê wan namîne”.
Demekî bêdeng û bi piyase dimeşîn, bi pirseke din ji Omer bêdengiya hakim bûyî dişkînim, ji xwendinê hez dikî? ”Belê, ez aşiqê pirtûkên Noam Chomsky me”.
Ram jî xwe tevlî axiftinê dike û dibêje: ”her pirtûkek ji xeynî pirtûkên esmanî, hêjayî yekcar xwendinê ne”. Rewşa me ya heyî ,tevlihevî û bi êşa li rojava ji ber heman pirtûkên esmanî ye”.
Meşa me li kolan û cadeyên Amûdê de berdewame, ku Omer bi axînekî bala me dikşîne dîwaran.
”wan dîwaran dibînî?” dibêjî ji bo Graffitiyê hatine afirandin, lê xwediyên wan destûrê nadin em li ser bixebitîn. Ji pirsgirêkan ditirsin”.
Hinek vêdetir û li ser dîwarekî wêneyê serokekî siyasî diyare. Beriya ez biaxivim, Ram zû dibêje: ”şaş fêm neke, ev ne xebatên me ne û em dijberî mezin kirina kesayetiyanin”.
Omer û Ram gelek bi hêvî û xwedî hizr û bernameyên mezinin. Dixwazin bi qutbûna baranê re grûbekî ku ji wî karî hez dikin fêr bikin. Helbet ev yekemîn tecrubeya wan di warê fêrkariya şagirdan nîne. Berê li Dirbêsiyê grûbek pêgihandibûn lê bi berdewamiya şer, bernameyên wan tevlihev bûn.
Pirsa nêzîkatî û nêrîna xelkê derbarê xebatên wan dikim, Omer dibêje: ”nêrîna çîn û kesên kevneperest û olî diyare û hewceyî çi gotinan nake”. Omer bawere di rewşên dijwar de xebat pêş dikeve.
”Hêvî” yekemîn xebata wan li meydana serekiya bajêr de ye. Ram bawere xebatên wan yên destpêkê sedema reaksiyon û nêrînên cuda yên xelkê bûye, ”hin kes bi xebatên me re bûn û hin kes jî dijberin, lê xala balkêş sosretmayîna wan di dema dîtina xebatan de ye”.
Dema dorpêça Kobanî ji aliyê DAİŞê ve, Ram û Omer li cadeyeke sereke ya Amûdê bi zimanê Erebî derbarê Kobanî neqişandin. Omer dibêje: ”wê demê rewşa me gelek tevlihev û bi strês bû, DAİŞ ji çend aliyan ve êrişî bajêr dikir û em gelek di xema rewşa Kobanê û xelkê de bûn”.
Cardin axiftina me tê ser Îranê, dibêjim li Îranê gelek grûbên Graffitî hene. Omer dibêje: ”lazime hebin, li herdera ku zulm û zordarî hebe, Graffîtkar weke kuvarkan serî hildidin”.
Hewla Garffitiyên ciwan eve ku serbixwe bin û ji tukes û aliyan hevkariyan nestînin, lê buhayê kel û pelan zêdeye. Hin caran ”Xwerêveberiya Kantona Cizîrê” ji bo kirîna reng û firçeyan hevkariya wan kiriye, lê Ram dibêje: ”me tu bendewarî û daxwaz ji wan nînin, ji ber ku Kanton di şerekî giran û nexwestî deye”.
Bi baweriya Ram, zatê karê Graffitiyê bi destûr wergirtinê re ne yeke, lê ji ber şert û mercên taybet û qebûl nekirina wan ji aliyê xelkê ve, ji bo kar ji xwerêveberiya Kantonê iznê distîninin.
Herdu jî di xema rewşa bajarê xwe dene. Omer dibêje: ”Şer û bêkarî bûye sedema terikandina bajêr û gelek ciwan reviyane û bajêr hema bêje wala bûye”.
Dipirsim çima hûn neçûne û di bajêr de mane?
Omer dibêje: ” em hewil didin di her şert û mercekî de bimînin û bajêre xwe neterikînin”.
Ram û Omer bi hêvîne ”ciwanên ku çûne, di demeke nêz de vegerin û di avedankirina Amûdê û Rojava de beşdar bin, bi fîrar û terikandinê tiştek çareser nabe”.
Pirsa dawî derbarê eniya şere, dipirsim heya niha neketiye serê we biçine eniyên şer? Ram dibêje: ”keç ji me bihêztirin, em ne weke wanin”.