Îdolojiya Baasê çawa kete nava PKKê

“Bi xwîn bi can em bi te re Öcalan” ev diruşime, berî salên 1986an, di nava çalakî û xwepêşandanên PKKê de ne dihat gotin. Ev diruşime, ya Baasiya ye, ji ber endamên partiya Baas li Suriyê û Iraqê vê diruşimê ji bo Hafiz Esed û Sedam Husên re digotin. Baş e, ev diruşima Baasî, çawa û kengî kete nava PKKê?
Rast e, berî Öcalan were girtin û revandin, PKKê gelek rexneyên tund li Kemalîstan û li kemalîzmê dikirin. Lê mirov nikare bêjê: PKKê ji %100 xwe ji kemalîzmê şuştibû û paqij kirbû. Çima? Ji ber ku hemû damezirênerên PKKê di dibistanên Tirkiyê de ku li gorî rêbaz û sîstema kemalîzmê dihatin birêvebirin, xwendine û perwerde bûne. Her kes dizane bê Kemalîstan çawa û bi çi şêweyî kemalîzmê bi rêya metod û rêbazên perwerdê “dibistan, peymangeh, zanko”, medya, tv, radyo, rojname, kovar...û hwd di mêjiyê giştî yê civakê de çandine. Ne tenê wisa, kemalîzmê xwe berdabû nava tevgerên çepgir yên Tirkiyê jî. Ango ji sala 1923an heta 1978an civaka Tirkiyê li ser hemû rade û asteyan di nava kemalîzmê de gevizî bû, îja çawa mirov dikare bêje; bandora kemalîzmê li ser PKKê tune ye? Ji bilî vê jî, Öcalan piştî hate revandin û girtin, êdî dest bi pesnê Atatürk kir. Öcalan di gelek cihan de Atatürk weke ku ne dijminê kurda ye, bi nav kiriye û gotiye; “Atatürk baş bû lê yên li dora wî xerab bûn”.
Em vegerin mijara xwe, şêwe, metod û rêbazên ku Kemalîstan di warê belav kirin û çandina kemalîzmê di nav civakê de bikaranîne, her wisa rejîma Baasê li Sûriyê û Iraqê pêkaniyê û bikaraniye. Ji sala 19851986an ciwan û xwendevanên kurdên Sûriyê yên tevlî PKKê bûn, li ser tiliyan dihatin hejmartin. Lê di sala 1987-1988an de êdî xort û keçên binxetî bi sedan tevlî PKKê dibûn. Her wisa, heta em gihiştin salên 1990-1991-1992an ku salên teqîna cemawerî ya PKKê li Sûriyê bûn. Di van salan de bi hezaran xort û keçên binxetî tevlî refên PKKê bûn. Ev kadro û şervan di dibistan, peymangeh û zankoyên Baasiyan de xwendin. Ango çawa kemalîzmê bandora xwe li ser serxetiyan kiribû, her wisa rejîma Baasê bandora xwe li ser binxetiyan kiribû. Dêmek bi hezaran kadroyên kurdên Sûriyê yên tevlî PKKê bûn, bi xwe re piçek ji kultura Baasê birin nava rêxistinê. Mînak û nîşanên vê diyardeyê pir in, lê mirov dikare çend ji wana hilbijêre: 1- Divê mirov tu carî jibîr neke ku Öcalan 18-19 salan li Sûriyê di bin bandor û deshilatdariya rejîma Baasê de maye. Ji bilî vê jî, Öcalan û PKKê gelek caran pesnê Hafiz Esed dane û min di nivîsên berê de ev yek da nîşandan. 2- Stranên li ser serokan, ev jî kultura Baasiyan e, ku bi hezaran stran li ser Hafiz Esed, Beşar Esed û Sedam Hûsên hene. Lê dema mirov li arşîva “Koma Berxwedan” ya PKKê vedigere, dibîne ku yekemîn stranên li ser Öcalan di sala 1987an de hatiye gotin û yê gotiye hunermend Cemal Tîrêj e, ew û xwediyê têksta helbestê jî binxetî ne. - Di sala 1993an de “Koma Berxwedan” kasetek derxist, têde hunermend Xemgîn Bîrhat strana “Serok Apo, mezin Apo, bilind Apo, apê me” gotiye. Lê ev stran, têkst û awaz, ya “Koma Agirî” ye ku di sala 1991ê de xwendiye. “Koma Agirî” jî, ji Amûda binxetê ye. - Strana “Hoy hoy apê me.. hoy hoy şêrê me” hunermend Peywan Arjîn di sala 1990î li Qamişlo xwendiye û di sala 1995an de li Europa di gel Koma Berxwendan dîsa dubare kiriye. - Strana “Can apê me... serdarê gelê me” ya hunermend Comerd, di eslê xwe de, ev stran tekst û awaz û xwendin ya “Koma Agirî” ye. - Strana “Serokê min” a hunermend Bengîn tekst, awaz û xwendin tev yên kesên binxetî ne. Ango, endamên Koma Berxwedan yên serxetî ji hunermendên Apocî yên binxetê hînî vê kultura Baasiyan ku stranan li ser Öcalan çêkin, bûne. Lewma piştre, Dilgeş, Diyar, Beser Şahîn...û hwd stran li ser Öcalan gotine.
3- Ji sala 2000î û vir de, hêzeke bi navê “Fedayiyên Öcalan” li çiyayê Qendîlê hate damezrandin. Bargehên “kamp”ên vê hêza taybet hebûn û çênedibû ku endamê PKKê yê temen mezin derbasî nav wan bibin, da ku bi mêjî û aqilê endamên vê hêzê nelîzin û wan ji rê derxînin, ji ber ku endamên vê hêzê temenên wan 14-16 salî bûn. Belkî kurdên me yên serxetê, yên bakurî, vê hêzê normal bibînin, lê kurdên binxetê “başur-rojava” baş dizanin ku rejîma Iraqê ya berê di sala 1994an de hêza “Fedayiyên Sedam Husên” çêkiribû û di sala 2003an de ev hêz hate rawestandin. Ango ev şêwe jî bi nav kirin hêzên leşkerî, ew jî ji kultura partiya Baas e.
Bi kurtî, di nava çanda PKKê de mirov ne tenê hin nîşanên bandorên kemalîzmê yan jî stalînîzmê dikare bibîne, lê dikare nîşanên bandora kultura partiya Baasê jî bibîne.
-------
jêder: heftenameya rojnama Basnews. hijmara 28. / 24-30/7/2017