Înternet êdî 25 salî ye

Înternet êdî 25 salî ye

Tor an jî înternet ya ku jiyana mirovan dadigre û bûye parçeyek ji jiyana mirovan ya herî zêde êdî çarîk sedsal dagirt. Navê ku ji laiyê Sir Tim Berners ve berî 25 salan hatî lêkirin –Word Wide Web – ku di warteya Tora Cîhanî de ye hişt ku bi rêka gelik computerên cuda ve mirov bighêjin heman zanyariyan.

World wide web destpêkê di workstationa Cern ê de wekî xeteke torê derkete holê.

Sir Tim Berners Lee wê demê zanyarekî 34 salî bû di Cern ê de kar dikir.

Sir Tim Berners Lee weha dibêje ser torê;

Sala 1989 ê bû, tor(internet) hebû lê tenê we dikarî nameyên elektronîk birêbikin. Hîna tu rûpel û malper nebûn. Hîna kod û nivîsên http an jî html çênebûbûn. Hîna tiştekî ku hun pêlê bikin an jî biçin ser tunebû. Ew xala destpêkê û destpêkirinê ew bû ku ez qet ne dighame armanca xwe, her tişt ew xal bû. Min xeyal dikir ku bi tirkandinekê û an jî pêçîpêdanekê ve biçim ser navnîşaneka dîtir ya li deverekî dîtir ya cîhanê. Lê hîna têgeheke wisan derneketibû, nedihate nasîn. Min biryar da ku vê xeyalê werçerxênim rastiyê.

Sir Tim Berners Lee wekî pêşniyarekê projeyek danî û navê wê jî –Navnîşana zanînê- danî, lê tenê pêşniyarek bû. Ew pêşniyar vê gavê bûye jiyana milyaran mirov.

CERN çiye?

Navê risen; Conseil Europeen pour la Recherche Nucleaire
Navenda Lêkolîna Nuklear ya Ewrûpa
kine navê vê saziyê ye. Ev sazî laboreka herî mezin ya fizîka parçeyan ya cîhanî ye. Li tixubê Siwîsre û Fransa ye. Sala 1954 ê bi beşdarbûna 12 welatan ve hatiye avakirin. CERN di roja me ya îroyîn de xwedan 21 welatên endam û 8 welatên çavdêr e.

CERN ji sedan bîna pêk te û di nava xwe de 3000 karkerên piştevan radigre û li gel van jî 2500 zanayên fizîkê dide karkirin.

Derkevyî karmend û zanayên fizîkê yên di nava xwe de di cîhanê de nêzîkî 8 hezar zana û mihendisên dîtir ji gelik welatên curbecûr digre nava xwe.

Rewanbej.net/teknik-zanist