Îran hêza pasdarên Kurd ava dike

Îran hêza pasdarên Kurd ava dike

Hêzên parastina şoreşa îslamî ya Îranê ku wek hêzên Pasdar tên naskirin, dixwaze li rojhilatê Kurdistanê “pasdarên kurd” di bin navê rêxistinekê de kom bike û wek hêzek taybet bikar bîne.

Fermandeyê tabûra Beyt ul Muqedes a hêzên pasdarên Îranê li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku li ser daxwaza rêberê olî Ayetullah Xaminêyî dê hêzek taybet ji bo rojhilatê Kurdistanê ava bikin.

Wî pasarî da zanîn ku hêza hand ê ji çekdarên kurd ên li nav hêzên pasdar de pêk bê û da zanîn, mebest ji avakirina hêza han dabînkirina ewlehiyê li rojhilatê Kurdistanê (li gorî rayedarên îranî-bakûrê rojavayê Îranê) ye.

Ligel ku hemû partiyên kurdî yên neyarên rejîma Îranê ji sala 2006 ve çalakiyên xwe yên çekdarî dane sekinandin lê heta niha jî Îran wan partiyan wek têkderên ewlehiya neteweyî ya xwe dibîne. Partiyên kurdî jî rejîma îslamî wek gefekê li dijî xelkê Îranê dibînin û dewletê bi zeftkirin û binpêkirina mafên gelên Îranê tohmetbar dikin.

Berpirsê pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Hewlêrê Birahîm Zêweyî ji Rûdawê re got: “Hemû hêz û partiyên rojahilatê Kurdistanê niha mijûlî xebatên siyasî û sivîl in ji ber wê jî tohmetbarkirina wan bi têkdana ewlehiya millî, tiştekî bêwate ye.”

Zêweyî diyar kir ku Îran ji bo parastina desthilata xwe hewl dide li hundur û derve aloziyê çêbike û li şûna ku kêşeyên xwe yên siyasî, aborî û kulturî çareser bike dixwaze bi zora çek û serkutkirinê desthilata xwe ferz bike.

Piştî ku şoreşa îslamî ya Îranê li sala 1979 bi ser ket, partiyên rojhilatê Kurdistanê beşek ji deverên kurdî xistin bin kontrola xwe lê di destpêka salên 1980 de rêberê şoreşa îslamî Ayetullah Xumêynî ferman da artêşê da ku êrişî deverên kurdî bikin, lewma artêşa Îranê derbasî rojhilatê Kurdistanê bû û ji ber wê jî navbera hêzên kurdî û artêşa Îranê de şer qewimî.

Di şerê han de beşek ji xelkê rojhilatê Kurdistanê xwe dan aliyê rejîma îslamî û sala 1981 hêzek bi navê “tevgera pêşmergeyên musliman” ava kirin û beşek ji xelkê jî hêzek bi navê hêza xwecêyî (ku kurdên welatparêz jê re digotin caş) ava kirin û piştî hêzên komara îslamî girtin.

Paşê beşek mezin ji wan hêzên kurd bûn endamên hêzên pasarê şoreşê û beşek ji wan jî bûn endamên navenda sîxurî ya Îranê ya bi navê “îttilaat”.

Li gorî çavdêrên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê, guhertinên rojhilata navîn ne li gorî berjewendiyên Îranê ne ji ber wê jî hewl dide xwe di warê serbazî de bihêz bike. Çavdêrê siyasî Ehmed Ezîzî dibêje, ji ber çend egeran Îran dixwaze komên çekdar li nav kurdan de ava bike û wiha tîne ziman: “Îran ji rewş û guhertinên rojhilata navîn ditirse û vê yekê jî dibîne ku îhtimal heye ku nerazbûna xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurdistanê li hember rejîmê tundtir bibe. Eger xelkê Kurdistanê li dijî rejîmê rabin serhildanê wê demê Îran nikare bi hêsanî hêzên çekdar ji deverên din bîne Kurdistanê lewma hewl dide ji niha ve hejmara pasdaran li Kurdistanê zêde bike.”

Li gorî Ezîzî, yek ji sedemên din ên ku Îran li rojhilatê Kurdistanê hêzên taybet ava dike, guhertinên bakûr û rojavayê Kurdistanê ne, helbet yek ji sebebên sereke yên ku xelkê neçar dike bibin  pasdar, bêkarî û xirabiya rewşa aborî û debara jiyanê ye.

Jêder: Rudaw