Îran ji zêdebûna nifûsa Kurdan ditirse

Îran ji zêdebûna nifûsa Kurdan ditirse

Li gor raporteke nehênî, şêwirmendên Rêberê Îranê Elî Xameneyî jêre gotine ku di nav Îranê de nifûsa Kurdan her diçe zêde dibe û her malbateke Kurd ji 7 kesan pêk tê lê malbatên Fars 3 kes in.

Di wê raporta nehênî de wiha tê gotin: ’’Nifûsa Suneyên nav Îranê li gor Şî’eyan her zêde dibe û Belûc û Turkmenên nav Îranê ku Sune ne hejmara wan zêde bûye.’’ Xameneyî jî ji tirsa zêdebûna nifûsa Kurdan û Suneyên nav Îranê daxwaz dike ku nifûsa Îranê ji 150 milyon kesî zêdetir bibe.

Xameneyî îro (31.10.2013) di nameyekê de bo kongreya ’guhertina nifûsê û rola wê di nav civakê’ de, daxwazê ji berpirsên Îranê dike ku divê rêjeya daniştvanên Îranê herî kêm bigihe 150 milyon kesan.

Li gor medya Îranê di nameya Xameneyî de wiha tê gotin: ’’Bêguman di warê siyasî de bo Komara Îslamî ya Îranê gelekî girîng e ku rêjeya daniştvanan zêde bibe, daxwaz dikim ev meseleya han bi awayekî kûr û zanistî were çareser kirin.’’

Li gor heman raporta nehênî, herwiha şêwirmendên Elî Xameneyî jêre gotine ku di nav Îranê de nifûsa Kurdan her diçe zêde dibe û her malbateke Kurd ji 7 kesan pêk tê lê malbatên Fars 3 kes in.

Derbarê heman mijarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ’’Dezgeha Xêrxwazî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo nezokbûnê mêrna emeliyat dikin û her kesek vê meseleyê qebûl neke hevkariya wî nakin û meaşê wî yê mehane jî dibirin.’’

Bas News