Îranê di 3 rojan de 38 kes sêdare da.

Îranê di 3 rojan de 38 kes sêdare da.

Komara îslamîya Îranê di 3 rojên dawî de 38 girtiyên li girtîgehên cûda sêdare da. Komara îslamî ya Îranê evro 6 girtiyên li girtîgeha Bêm, doh jî 5 ciwanên ku li girtîgeha navendî ya Urmiyê, 4 kes li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê, roja sêşemê jî 21 kes li girtîgeha Qizilhesar û 2 kes jî li girtîgeha Xuremabat sêdare dan.

Berpirsê giştî yê dadgeha bajarê Kerman Elî Tewekîlî aşkira kir ku ew 6 kesên ku evro hatine sêdaredan ji ber tawana firohtina maddeya hişber hatine siza kirin.

Komara îslamî ya Îranê her 5 gencên ku li girtîgeha Urmiyê jî bi tometa dijberiya rejîmê sizayê sêdare da û termê du kesên ku li Urmiyê jî hatibûn sêdaredan radestê malbatên wan kirin. Ji her 5 gecnên ku du ji wan birane, navê sêyan hate aşkira kirin. Navê wan Candar Mîrzayî, Mîhrab Mîrzayî, Muhemmed Salih Qeretundî bûye.