Îranê di nava hefteyekê de 14 jê Kurd 40 kes bi darve kir

Îranê di nava hefteyekê de 14 jê Kurd 40 kes bi darve kir

Rejîma Îranê di nava hefteyekê de, herî kêm 40 kes ku di nav de jin û zarok jî hebûn bi darve kir. Ji van 14 Kurd in ku 2 jê siyasî ne. Di rewşa heyî de 6 jê siyasî 8 girtiyên Kurd li ber sêdarê ne. Zêdebûna darvekirinan a di dema Serokkomariya Hasan Rûhanî yê “Nerm” dihat binavkirin, hêviyên ji bo guherînên li qada mafên mirovan kêm kirin.

Rejîma Îranê ji 25’ê Cotmehê roja Şemiyê heta 31’ê Cotmehê roja Pêncşemê li şeş girtîgehan herî kêm 40 kes bi darve kir. Çavkaniyên mûxalîf ên Îranî radigihînin ku ji meha Tebaxê dema destpêkirina Serokkomariya Hasan Rûhanî û vir ve, herî kêm 224 kes hatine bi darvekirin.

Rayedarên Îranê bi awayekî fermî qebûl kirin ku di nava sala 2013’an de 304 kes hatine bi darvekirin. Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî jî li gorî çavkaniyên xwe yên “pê bawer” ragihand ku 234 kesên din jî hatine davekirin, lê belê ji aliyê rejîmê ve nehatiye qebûlkirin. Li gorî Rêxistina Efûyê bi tenê di hefteya bihurî de herî kêm 20 kes hatine bi darvekirin.

LI ÛRMIYÊ 12 DARVEKIRIN

Di nava kesên di nava hefteya dawî de hatine darvekirin, 14 Kurd hene. 12 ji van darvekirinan li girtîgeha Ûrmiyê hatin kirin.

Di 26’ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê girtiyê siyasî yê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr hat bi darvekirin. Di heman rojê de li girtîgeha Selmasê girtiyê siyasî yê Kurd Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejîmê ve hat bi darvekirin.

Di 29’ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê 9 jê zilam, 2 jê jin bi giştî 11 kes hatin bi darvekirin. Hat ragihandin ku 7 ji van ji ber mehkûmiyeta wan a ji bazirganiya narkotîkê, 4 mayî jî ne nasnameya wan ne jî gunehên wan hatin aşkerakirin.

Di 30’ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê Kurdekî bi navê Rehîm Reşîdî hat bi darvekirin. Reşîdî yê 50 salî zewicî û bavê 5 zarokan bû. 4 salan li Girtîgeha Şîrazê dihat ragirtin. Hat îdîakirin ku Reşîdî bi bazirganiya narkotîkê dihat tawanbarkirin û li girtîgehê dihat ragirtin.

Îranê di 25’ê Cotmehê de jî weke bersivdayîna êrîşek li ser sînor, 16 kesên Belûcî bi darve kiribû. Serdozgerê Eyaleta Sîstan Belûcîstanê îdîa kiribû ku kesên hatine darvekirin, “pêwendiya xwe bi komên dijminê rejîmê re hebûn.”

8 KURD JI BO WERIN DARVEKIRIN, VEGUHASTIN GIRTÎGEHA ÛRMIYÊ

Dadgeha Bilind a Îranê di 30 Cotmehê de cezayê darvekirinê yê li Sîrwan Nîjawî, Îbrahîm Îsapûr, Mensûr Arwend û Saman Nesîmî hatibû birîn, erê kir. Her çar kesên ji bajarên Serdeşt û Mêrîwan ên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo werin darvekirin veguhastin girtîgeha Ûrmiyê. Wekî din girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Lokman Mûradî yên der heqê wan de biryara darvekirinê heye, di her kêliyê de bi xeteriya darvekirinê re rû bi rû ne. Ev her du girtî, di bin îşkenceyên giran de neçar hatibûn hiştin ku berpirsyariya bûyerek kuştinê ya sala 2009’an werbigirin ser milê xwe û di sala 2010’an de jî cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar dike ku li Îranê ji ber dozên ne adîl cezayê darvekirinê li girtiyan tê birîn û destnîşan dike ku di dema dozan de jî îşkenceyên giran li girtiyan tê kirin, ku li xwe mukur werin.

Her wiha cezayê darvekirinê yê li girtiyên Kurd Lezgîn Xanî û Kamîl Bûtî hatine birîn jî, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin. Ev her du girtî jî ji bo bên darvekirin birin girtîgeha Ûrmiyê.

JI 2007’Ê HETA HINA 12 KURD HATIN DARVEKIRIN

Li Îranê ji 2007’an heta niha herî kêm 12 girtiyên kurd yên siyasî hatin darvekirin. Di 2007’an de Hasan Hîkmet Demîr yekemîn mîlîtanê PJAK’ê yê ku hat darvekirinê bû û 11’ê mijdara 2009’an de jî Îhsan Fetahiyan hat darvekirin. Di 6’ê Çileyê 2010’an de jî Fesîh Yasemînî, di 9’ê Gulana 2010’an de Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hulu hat darvekirin. Di 27’ê Çileyê 2011’an de jî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Ferhat Tarîm, li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin. Di 5’ê Çile de jî Huseyîn Xizrî li girtîgeha Urmiyê bi veşarî hat darvekirin. Înfaz di 15’ê Çilede derket holê.
26 GIRTIYÊN KURD DI KORÎDORÊN MIRINÊ DE NE

Li girtîgehên Îranê herî kêm 26 girtiyên kurd li korîdorên mirinê ne. Navê wan wihane: “

Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale’î, Ezîz Mihemedizade, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijwarî, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî ve Îbrahîm Îsapûr.

ANF