Îranê rawestandina programa nukleerê pesend kir

Îranê rawestandina programa nukleerê pesend kir

Hevdîtinên ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di navbera Îran û 5 welatên endamên Konseya Ewlekariyê û Almanyayê de li ser programa nukleera Îranê berdewam dikirin, gehiştin encamekê.

Li Cenevreyê di encama mizakereya tûra sêyemîn ya roja pêncemîn de li hev kirin.  Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius, Wezîrê Derve yê Brîtanya William Hague, Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle, Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yi, Nûnera Bilind ya Polîtîkayên Ewlekariyê û Têkiliyên Derve ên Yeketiya Ewropayê Catherine Ashton û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîfî beşdarî civîna mizakereyan bibûn.

Li gor li hevhatinê dê Îran hemû programên nukleerê rawestîne û li beramberî vê jî dê hemû pêkanînên navnetewî yên li ser welat bên rakirin. Tesîsên nukleerê yên Îranê bêyî ku astengiyek hebe dê ji çavdêrên navnetewî re werin vekirin. Pêvajo dê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were şopandin û di dawiya şeş mehên destpêkê de, dê biryar bidin ka pêkanînên berê bên danîn yan na.

Serokê Amerîkayê Barack Obama piştî li ser nukleera Îranê lihevhatin çêbû, daxwiyaniyek da. Obama li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û got: “Ji dema ku ez bûme serok heta niha, min bibiryarbûna xwe ya ji bo astengkirina çekên nukleer ên Îranê dabû nîşandan. Wek ku min gelek caran jî anî ziman, ez vê pirsgirêkê birêyên aştiyane çareser bikim û me destê xwe yê dîplomasiyê dirêj kir.”

Obama balkişande ser bandora pêkanînên ku lihevhatin bixwe re aniyî û got, ew dê ji pêkanînên nû birevin. Obama diyar kir ku, dê hinek pêkanîn rabin û destûrê bidin hikûmeta Îranê xwe bighîne hinek dahatên ku heta niha ji ber pêkanînan nedikarî xwe bigihîniyê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon jî lihevhatina di navbera 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê bi Îranê re wek “bûyerekî dîrokî” nirxand.

Basnews