Iraqê nehişt Elmanya bibe navgihên

Iraqê nehişt Elmanya bibe navgihên

Li gorî nûçeya Spiegel a Elmanî, serdana wezîrê derve yê Elmanya Sigmar Gabriel ji bo herêma başûrê Kurdistanê hate astengkirin.

Li gorî nûçeyê sigmar Gabriel ji bo navgînîya Kurdan û revebiriya Iraqê xwest biçe Iraqê. Hate diyarkirin ku serdana dihate xwestin ku pêk bê ya Gabriel, ji aliyê Serwezîrê Iraqe Abadî ve bi rengekî ne dîplomatîk hatiye astengkirin.

Li gorî nûçeyê, wezîrê derv yê Elmanya dixwest pêşî serdana Bexdayê bike, ji wira jî biçe Erbîlê û ji bo nermkirina rewşa navbera Kurdan û revebiriya Bexdayê hewl bide lê belê ji aliyê revebiriya Bexdayê ve destûr bo vê daxwazê nehatiye dayîn.

Tê gotin ku Bexdayê bo hatina Gabriel ya Bexdayê Erêya xwe diyar kiriye lê belê çûyîna wî ya Erbîlê ne pejirandiye. Tê diyarkirin ku piştî helwestê Bexdayê, Angela Merkel jî bi telefonê li gel Abadî axifîye lê belê dîsan jî encamekî erênî nehatiye wergirtin.

Bi Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25 Êlûnê ve navbeyna hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê xirab bûbû, piştî referandûmê bi demeke kin hêzên Iraqê êrîşî deverên çarenivîsa wan ne diyar kir û ew dever xistin bin nîra xwe de.

Li gelek deveran Hêzên Kurd bêyî şer bikin, şûnve kişîyan û dever radestî hikumeta Iraqê kirin.

Ji roja êrîşê ve, rayedarên Kurd li ber deriyê Bexdayê digerin da ku rêkekî lihevhatinê bibînin.

Dadgeha Bexdayê jî biryar wergirt û ragihand ku ewana Referandumê na pejirînin û tune dijmêrin.
Piştî êrîşê gelek deriyên başûrê Kurdistanê jî, ketin jêr çavdêriya hikûmeta Iraqê.