Îro Referandûma Serxwebûnê ya Katalonyayê ye

Îro Referandûma Serxwebûnê ya Katalonyayê ye

Îro li jêr zordestiya polîsên Îspanî, Referandûma serxwebûnê ya Herêma xweser ya Katalonyayê pêk tê. Biryara ji aliyê Hikûmeta Herêma xweser ya Katalonyayê ve hatî ragihandin, ji aliyê hikûmeta navendî ya Îspanî ve derveyî destûrê hate dîtin û eve demeke ji bo astengkirina Referandûmê pir rêkên tund û tuj dijî gelê katalonî û amadekaran têne bikaranîn.

Îro demhijmêr 09.00 ê sibê bi destpêkirina dengdana, polîsên Îspanî êrîşî deverên dengdanê kir û destdanî ser sindoqan.

Wezîrê karên navxweyî li ser pişka xwe ya twitterê wêneyên sindoqên desteserkirî belav kirin û got; \"Polîs li Katalonyayê erka xee bicih tîne.\"

Li devera Serokê Herêma xweser ya Katalonyayê Carles Puigdemont dengê xwe dayî destdirêjîya polîsan pêk hat. Li gorî zanyarîyên ji aliyê ajansa Reutersê ve hatî belavkirin, li vê deverê di navbera Katalona û polîsan de şer dekretiye.

Tê ragihandin ku li deverên dengdanê xeta înternetê hatiye birîn.

Dibistan ji aliyê gel ve hatinr dagirkirin

Polîsê girêdayî hikûmeta navendî ragihand, ewana ji bo girtina 1300 dibistanên cihê dengvedanê çûne lê 163 dibistan ji aliyê katalona ve hatine dagirkirin.

Polîsên serbi hikûmeta navendî ve nêzîkî 10 milyon belgên dengdanê kom kiribûn, li himber vê yekê katalonan li cem xwe dîsan bi lez çap kirin û li kolanan belav kirin.

Dadgeha bingehîn biryarek da, da ku 12 hezar euro ceza bidin kesên di karên Referandûmê de cih digrin.

Encam dê diyarker bin

Li gorî biryara parlemena Katalonya encamên referandûmê dê diyarker bin. Eger di encama dengdanê de dengê erê ji bo Serxwebûnê derkeve, piştî referandûmê bi du rojan dê Serxwebûn bête ragihandin.

Serokê herêma Katalonyayê jî diyar kiribû eger dengê erê ji bo serxwebûnê derkeve jî ewana bi serê xwe dê biryara serxwebûnê nedin û ji bo vê yekê banga peywendîyê li Madrîdê kir.

Parlementoya Katalonyayê di destpêka meha Êlûnê de biryar dabû, da ku 1 ê Cotmehê Referandûm bête kirinê. 

Piştî Referandûma serxwebûna Kurdistanê beriya herkesî serokê Herêma xweser ya Katalonyayê Carles Puigdemont Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Pîroz kiribû. 

Katalonya kudere? http://hertist.com/1670/katalonya-kudere-ci-ye