Îşareta Rabia dihête çi wateyê

Îşareta Rabia dihête çi wateyê

Piştî derbeya li Misirê û hilweşandina desthiladariya Muhemmed Mursî xwepêşanderên Misirî li meydanan îşareta Rabîa silav dan. Di vê îşaretê de tiliya beranê berbi nav lepê ve dihête girtin û her çar tiliyên din vekirî dimînin. Ji niha ve ev îşaret di seranserê cîhanê de bûye sembola alîgirên gelê Misirê yên yên dijberê darbeyê. Başe ev îşaret dihête çi wateyê

Rabîa bi zimanê Erebî dihête wateya jimara çar, an ku çaremîn. Mihemmed Mursî çaremîn serok komarê Misirê ye. Her weha navnîşana berxwedana alîgirên Mursî li Meydana Rabiatul Adeviye pêk hat.

Navê meydana Rabiatul Adeviye ji jineke misliman ya navdar û zane ya ji dîroka îslamiyetê dihêt. Misliman wê weke hz Rabia nas dikin. Rabia keça çaremîn ya malbatekê ye ku di sala 700 de jiyaye.

Dijberên rejîma Misirê meydana Tehrîrê bo xwe hilbijartin û şoreşa hilweşandina desthilariya Mubarek û her weha derbeya li dijî Mursî de jî ev der bû navenda xwepêşanderan. Alîgirên Mursî jî ji bo xwe meydana Rabiatul Adeviye hilbijartin.

Piştî xwepêşandanên alîgirên Mursî û êrîşên artêşa Misirê di gelemperiya cîhanê de ji bo nîşandayîna piştgiriyê îşareta Rabîa mîna fenomenekê belav bû. Niha Li Tirkiyê, gelek welatên Asya, Efrîka û Ewropayê di navnîşan û rûpelan de ji bo piştgiriya gelê Misrê ev îşaret belav dibe.

Di gelek çalakiyên cuda de, di pêşbirkên fitbolê de û her weha di weşanên medyayî de jî îşareta rabîa dihête bikaranîn.

\"rabia\"Rewanbej.net