Îsraîl 104 girtiyên Filistînî azad dike

Îsraîl 104 girtiyên Filistînî azad dike

Beriya hevdîtinên aşitiyê serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ji bo nîşandana mebesta xwe ya baş wezîrên hikumatê razî kir da girtiyên Filistînî serbest berde.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyanyamîn Netenyahû dixwaze hevdîtinên aşitiyê yên di gel rêveberiya Filistînê pêş de bibe. Ji ber vê weke diyarkirina mebesta baş kabîneya wezîran razî kir da 104 gitiyên Filistînî azad bike. Dihête gotin ku di nava van girtiyan de yên 20 sale di zîndanê de mane jî hene.

Di civîna evro ya wezîrên hikumeta Îsraîlê de yasaya referandûmê hate erê kirin. Dê li ser vê pêşniyazê roja çarşemê hevdîtin bihêne kirin û tenê di nava axa Îsraîlê de pêk bihêt. Di dema civînê de li ser nêrîna azad kirina girtiyên Filistînî nîqaş çêbûn. Di nava kesên daxwaza azadiya wan dihête kirin de kesênli dijî Cihûyan çalakî pêkanîne jî hene. Ji ber vê dijberên vê pêşniyazê li ber avahiya hikumetê ya Qudûsê xwepêşandanek encam dan û diyar kirin ku Netenyahû tirsoneke. Wezîrê aboriyê Naftalî Bennett jî beşdarê xwepêşandanan bû.

Netenyahû di daxuyaniya xwe ya doh de gotibû ku ne hêsane ku kesên  destwerdaye xwînê azad bin lê belê eve pêdiviyeke. Netenyahû diyar kiribû ku dê ev hevdîtinên aşitiyê herî kêm 9 mehan berdewam bikin.

Rewanbej. com