Îsrail 26 dîlên Filistînî azad dike

Îsrail 26 dîlên Filistînî azad dike

Desteya wezîrên Îsraîlê piştî destpêkirina hevdîtina di navbera her du aliyan de biryar da ku 26 mehkumên Filistînî yên di destê xwe de serbest berde.

Şêwirmendiya ragehandina serokatiyê derengiya şevê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku desteya wezîran di bin serokatiya wezîrê bergiriyê Moşe Yaalon de civiyaye û wezîrê dadê Tzipi Livnii wezîrê Zanist û teknolojiya Yaakov Perî jî di civînê de amade bûne. Her weha nûnerên saziyên ser bi wezareta dadê jî beşdarê civînê bûne.

Di daxuyaniy3e de hate gotin ku desteya wezîran serbestberdana 26 mehkuman erê kiriye û dê navê kesên bêne azad kirin di înternetê de bihête weşandin. Kesên serbest bêne berdan 14 diçin Gazzeyê, 12 kes jî diçin Şeria Rojava. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev kes dê di nava 48 demjimêran de bêne serbestberdan û heger li dijî dewleta Îsraîlê xebatek dujminane bikin dê sizayê xwe dubare bikêşin.

Rewanbej.net