Istixbarata Elmanya “Delîlên vekirî di dest me de hene”

Istixbarata Elmanya “Delîlên vekirî di dest me de hene”

Saziya Agahîgirtinê ya Elman ya Federal(BND) jî derbirî ku di derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ya Sûrî de di dest wan de delîl hene.
Saziya Agahiyan ya Elmanyaya Federal her çend bi awayekî fermî daxuyanî nedabin jî li gorî nûçeya rojnameya Elmanya “Der Spiegel” belav kirî saziya agahiya Elmanyaya Federal xwedan belge û delîlên vekirîne ku ji aliyê hêzên Esed ve dijî kesên bêçek çekên kîmyayî hatine bikaranîn.

Serokê Saziya Agahiyê ya Elmanyaya Federal Gerhard Shindler bi komekî parlementerê Parlemena Federal re li ser rewşa Surî kombûneka veşartî pêk anî.

Di vê civîna ku berfirehiyên we ji aliyê Der Spiegel ve ketine dest de Shindler gotiye ku 21 ê Tebaxê berpirsekî mezin yê Hizbullaha Lûbnanê li gel balyozê îranê bi telefonê axifiye û wana jî ev axaftina guhdar kirine.

Serokê BND Shindler dibêje ku vî Rêvebirê bilind yê Hizbullahê di gotinên xwe de gotiye “Esad li ser xwe zal nebûye û fermana bikaranîna çekên kîmyayî daye. Lê bi vê yekê ve xeletiyekî mezin kiriye.  ”

Berdevkê Saziya Ragihandinê BND bersiva pirsên Ajansa Weşangeriya Elman DPA yê daye lê di derbarê vê nûçeyê de tu şirove nekirine. Berdevk da diyarkirin ku “BND van mijarana tenê bi hikumeta federal û saziyên berpirsiyar yên parelemenê re di axife.”

 

 

Rewanbej.net