Îtlaat û MİT’a Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê bûn yek

Îtlaat û MİT’a Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê bûn yek

Balyozê Îranê yê Tirkiyê ragehand ku hevkarî û peywendiyeke baş di navbera Îtlaata Îranê û MİT’a Tirkiyê de heye û kes nikare vêna wek xaleke reş di peywendiyên navbera Îran û Tirkiyê de bibîne.

Balyozê Îranê yê Tirkiyê Elîreza Beykdilî di civîneke çapemeniyê de li ser wê rêkeftina navbera Îtlaata Îranê û MİT’a Tirkiyê rawestiya û derbarê Kurdan de got: ’’Evna pirseke herêmî ye, ev pirsa han divê bi şêwir û gotûbêjê di navbera cîranan de bê çareser kirin. Di vê derbarê hevkariyeke qayîm di navbera Îtlaata Îranê û MİT’a Tirkiyê de heye.’’

Derheqa wan nûçeyên ku hejmarek fermandeyên muhafezekar (ser bi Xameneyî) ên Komara Îslamî ya Îranê 6 caran li çiyayê Qendîlê ligel hêzên PKK’ê rûniştine, Deykdilî wiha axifî: ’’Ew kesên van axaftinên wiha dikin xwiya ye mihafezekarên Îranê û fermandeyên leşkerî nasnakin.’’

Derbarê serdana vê dawiyê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Tehranê jî, Beykdilî got: ’’Di wê serdanê de derbarê Sûriye, rewşa terorîstî û hikûmeta wî welatî de 5 rêkeftin hatin kirin û yek ji wan jî parastina yekparçeyî ya axa Sûriyê ye.’’

Li gor Ajansa Nûçeyan a İSNA ya Îranê, Balyozê Îranê yê Tirkiyê wiha dibêje: ’’Hevkariya sîxurî ya navbera Îran û Tirkiyê neku ji bo navçeyê lê ji bo ewlekariya hemû cîhanê jî gelekî girîng e.’’

Hêjayê gotinê ye hefteya borî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana Komara Îslamî ya Îranê kir û ligel berpirsên ewlekariyê û yên hikûmî yên Îranê civiya. Li gor çavdêrên siyasî jî armanca serdana Davutoglu gotûbêjkirina rewşa Sûriyê bûye ligel rayedarên Îranê.