Ji AKP itîraf: Dadger fermana xwe ji cemaetê digirt

Ji AKP itîraf: Dadger fermana xwe ji cemaetê digirt

Wezîrê berê yê dadê û alîkarê serokê giştiyê AKP’ê li xwe mukur hat ku wan dadgeha bilind radestî rêxistina Cemaeta Gulen kirine û anî ziman ku dadgerekî Dadgeha Bilind beriya biryara xwe bide ji “Pensîlvanya” dipirsî.

Mehmet Alî Şahîn di civîna meclîsa şêwirmendiyê ya bajarê Karabukê ya AKP’ê de axivî û bi gotina “Ez li vê derê cara yekemîn aşkera dikim”, rêxistinbûna Cemaetê ya li nava dadgeha bilind weha got: “Dema haya min ji vê çê bû, demeke dirêj ez li ser fikirîm û min nexwest jê bawer bikim. Min lêkolîn kir û biryar da ku rast e. Der heqê kesekî li ser holdîngeke girîng cih digire dozek heye û mehkûm bûye. Dosya hatiye ber destê dadgeha bilind. Kesê li Dadgeha Bilind weke meleyê Cametê tê binavkirin, ji bo biryara xwe ya der barê dosya vî kesê girîng de bide, kurteberiyeke dosyayê ji (Pensîlvanya) dişîne û nêrîna wan digire. Ez li ser fikirîm min got, gelo dozgereke, dadgerek dikare tiştekî wiha bike? mejiyê min qebûl nekir. Lê belê dema min lêkolîn kir, mixabin derket holê ku ev yek rast e.

Şahîn da zanîn ku beriya niha bi mehekê ew bi rêya telefonê bi Fethûllah Gulen re axiviye û jê pirsiye, ’Gelo Emerîka li wê derê te bernadin?’ kiriye.

Şahîn li dawiy axaftina xwe de bang li Fethula Gulen kir û got: “Xoceyê hêja. Ji kerema xwe re li Tirkiyeyê vegerin.”

Jêder: Ajans