Ji Aram Tîgran heta Melîna Mercouri

 Ji Aram Tîgran heta Melîna Mercouri

Jiyana hinek kesan bi vê gotina Winston Çurçill (1) tîne bîra min: “ Dema mirov nikaribe guherandinê di jiyana xwe de pêk bîne, dê nikaribe tu guherandinekê di vê cihanê de jî çêbike…”

Ev gotin ya gelek mirovên mezin û xwedî îrade ye ku dikarin di gelek waran de rengê jiyan û civakê biguherînin.

Hinek kes dema tune ne, zêdetir xuya dikin. Ew hene û bi hebûna xwe re şahiyê didine jiyana civakê.

Ji bo me kurdan muzîk û huner kêmtirî belkî weke “sirreke mayîn û hebûnê” bê binavkirin. Di hemû nexweşî û serêşiyên jiyanê de muzîk û stran ji me dûr neketine.

Îro “deng”ê ku piştî salên dirêj niha jî di şîna Aram Tîgran de ye. Dengê ku tevî cumbûşa xwe ya deng bilind, nerm û melodîk bû. Her du li hev dihatin û bi hev re jî man heya ku ew ji jiyanê veneqetiya bû. Aram ji nifşê duh û pêr bû, lê yên îro û sibe jî ji wî hez dikin û dê hez bikin.

“Dengên mayînê “ bi çûyîna xwediyên xwe re bêtir me dibine nav ramanên “felsefeya hebûnê”.

Aram dê zêdetir ji duh, ew duh û pêr a ku tevî gelek; êş, zehmetî û derdê xerîbiyê re derbas bûn, dê di bîra me de bimîne. Çimkî muzîk û zaroktî, nûciwanî, ciwanî û kaliya wî weke xwîn û goşt ji hev cuda nebûn. Weke dengê lay-layiyên dayikê, weke dengê ciwanî û evîndariyê, dengê şahî, xweşî, şîn, şoreş û serbilindiya kurdên xwedî welat lê bindest û bêdewlet, Aram jî dê bi me re bimîne. Ez tevahiya van sifetên rind bi nav û dengê Aram re weke “bîranînên bêmirin” di dil û mejiyê xwe de xwedî dikim. Delaliya çiya û deşt, bajar û gund, qehremaniya şehîdên doza me weke ava zelal a kaniyên çiyayên Zagros, bi dengê Aramê Tîgran bûne mîras û samanê çanda neteweya me.

Aram hingî bextewar e ku weke bilbilekî têrnestirî heya sax bû; hem ji civakê re stran gotin, hem bêxwedî nema û him jî ji dengxweşiya xwe bêpar nema. Ji hêla malbata xwe ve jî hurmetkar bû û heya sax bû ji hevjîna xwe re wefadar bû.

Kesên ku îman bi gotin û axaftinên xwe hene, tim serkeftî ne. Ew ji bo durist fikirkirinê dixebitî û bihayekî giran dida mijarên girîng û carekê ji min re wiha got: “Bila gel di civaka xwe de hinek jî zanistî bifikirin û bijîn…”

Bi vê bîranînê re dixwazim bêjim ku nemir Tîgran îman bi ramanên xwe hebû û bi wan re jî dijiya. Tim weke şûkulatek pêçayî paqij û delal bû.

Huner îlhama xwe ji cehwer û rewşa jiyana wan kesan distîne ku bêrawestan ketine ser wê rêyê û ji bo serkeftina xweziyên xwe bêrawestan xebitîne. Etmosfera derdorê bandora xwe li ser hestên hunermend datîne û ev jî dibe sedem ku kesên rewşenbîr bizanibin ka li her dewranekê çawa ji daxwazên gel re bibine bersiv. Aram Tîgran ji temenê 18 saliyê û pêde hem li Qamîşlo, hem li radyoya Êrîwanê û hem jî di qada Ewopa de xwe ji êş û elemên gelê kurd dûr nexist. Kurdhezî ji dil, mejî û hunera wî dûr neket. Wesiyeta bavê xwe yê emeknas zêdetir ji çaveraniya ku jê dihate payîn, anî cih.

Navê wî min ber bi derya kûr a ponijînê ve dibe. Ji ber ku dema dengê wî ji radyoya Êrîwanê dihate bihîstin, bavê min ê ezîz wiha digot: “Aha eve deng ha, wilahî mirova neçar dike ku ji bo baştirkirina hemû aliyên jiyanê zêdetir têbikoşe…”

Nav û çend mînakên bi bandor

Evîndarî ji rêbazekê re ew jî biqasî hemû temenê xwe yê 75 salan, karekî hêsan nîne. Soz û girêdana yekê ya hunermendekî ji mîkrofana di destê wî de ye. Soz an jî biryara duduya jî rêbaza karê wî/ê ye. Yanî “ huner ji gel re an huner ji hunerê re, an jî huner dê emrazekî ticarî be ku tenê jiyana rojê pê re derbas bibe”. Pîvan û pirensîbên jiyana hunermendekî bi sê xalên jor ve dikare bê diyarkirin. Hunera ji gel re jixwe nasnameya herî xuya ji hunerê re ye. Kesek ku di salonekê de deh kesan an jî dehhezar û sedan hezar kesan li hemberî xwe dibîne, hunera wî ji gel re ye.

Di nêrîna misilmanên destpêka îslamê de sedemek zûbelavbûna dînê îslamê girêdayî daxwazeke pêxemberê wan bûye. Hz. Mihemed dibêje: “Qûranê bi dengekî xweş û bilind bixwînin ku bandoreke zêdetir li ser muşrîk û nemisilmanan hebe”.

Li Îranê şaêrên weke Rodekî li pêşberî gel disekinîn û helbestên xwe bi ûd û çengê dixwendin. Helbest û muzîk ku du hevalên hev yên dîrokî ne, di nav me kurdan de jî xwedî bihayekî giran in.

Di dîroka cîhanê de ger tenê em li dema şerê cihanî yê duyê binihêrin, di wan salên ku agir li ser rûyê erdê dibarî, hunermendên humanîst, welatperwer, xwedî exlaq û helwest bi hevre û di komekê de diçûn ser sehnê û dilşahî didane gel. Heta di wan sat û deman de stranên evîn û jiyanê bêhtir ji stranên siyasî dihatin gotin. Hêviyên ku bi rêya wan starnên xweş di civakê de belav dibûn, paşerojeke tije bextewarî ji gel re afirand. Li pey bidawîhatina şerê cihanî yê yekê (1914-1918) semfoniya hejmara çar a Bethoovên (1770-1827) gel bi hêviyên tije hêza ji pêşerojê re rakir ser piyan. Piştî şerê cîhanî yê duyemîn jî ew senfonî tim xemla orkestrayên naskirî di nav dilê bajarên mezin yên Ewropa de bûye.

Hunermend û siyasetmedara navdar a Yunanî Melîna Mercouri( 1920-1994 ) li pey hatina ser kar a generalên antîdemokrat, bi awaz û şîretên xwe welatê xwe azad kir. Ew pirî caran giriya, lê derew û durûtî ji xwe re nekirin maskên jiyanê. Pir xebitî ku “hişê civakê” zindî bimîne û gel tenê li rûdanên derdora xwe nenihêrin. Dema li ser sehnê bû stranên siyasî digotin lê bi stranên din ên evîn û rîtmîk re jî rihên westiyayî dixistin liv û lebatê.

Evîna Melîna, evîna Aram tîne bîra min. Wekheviyên jiyana wan pir in. Her du jî sinornenas bûn, lê îmkanên Melîna ji yên Aram zêdetir bûn. Belkî li vira bêhtir naskirina wê xanima hêja, rêyeke nû jî li ber xebatkarên vê qada jiyanê vebike.

Ew dema ku hê keçeke nûciwan bû zêdetir ji her tiştekî ji welatê xwe hez dikir. Tevî hevjînê xwe li Amerîka dijî, bes dema di 21’ê nîsana 1967’an de bi derbeya leşkerî re desthilatdariya serleşkeran hemû yewnan xiste jêr kontrola xwe, wê çalakiyên xwe yên hunerî danîne aliyekê. Êdî Melîna li hemû cihanê li dijî wê hikûmeta antîdemokratîk bû şoreşgereke siyasî. Ji 1967’an heya 1974’an bajar bi bajar, welat bi welat li pey hemwilatiyên xwe digeriya û ji wan re wiha digot:” Hevkariya hev bikin ku careke din demokrasî vegere welatê me Yewnenistanê. Ramanên demokrasiyê ji aliyê feylesof û siyasetmedarên me yên hezaran sal berê li “ Yewnana dêrîn” belavî cihanê bûne…”. Di hemû heft salên wê xebata bêrawestan de carna hêsir dibarandin, carna rica dikirin û carna bi dengekî tije hewar ji berpirsên bajar, zanîngeh û gelê sivîl yê civakê dawa dikir ku destûr nedin hinek serleşkerên bêqîmet ên artêşê ku “ Dergûşa demokrasiya cihanê û cihê jidayîkbûna felesefeya maf û rastiyan” bibe zindaneke reş û hêsîr di destê wan de.

Xebata berdewam a Melîna bû sebeb ku berpirsên hikûmeta leşkerî navê wê ji hemwelatiya yewnan derxînin û pê re jî dest danîne ser hemû mal, xanî û tiştên wê. Piştre plana terora wê jî danîn, lê nekarîn wê bikujin. Ev jî bû sedem ku di ragihandina wê serdemê ya cihanê de nefret û dijberiyên li dijî desthilata serleşkeran bigihîje asta xwe ya herî bilind. Ji wê rojê û şûnde M. Mercouri di destpêk û dawiya hemû axaftinên xwe de wiha diqîriya:” Melîna yewnanî hatiye dinê û yewnanî jî yê bêmir e…”

Karê wê bû sedem ku di dîroka demokrasî û ansîklopediya demokrasiyê de wiha bê nivîsîn: “Melîna heft salan nesekinî, li hemû cihanê geriya da ku demokrasî, desthilata girêdayî îrade û dengê gel û parastina maf careke din li Yewnanistanê vegere”.

Piştî vegera demokrasiyê bo Yewnanistanê, Melîna ji hêla partiya Sosyalîst a Yewnanistanê ve bû berendam, dengekî mezin bidest xist û çû parlmentoya welatê xwe. Piştî ku heşt salan endama parlementoyê bû, vê carê weke berpirsyara giştî a wezareta çanda Yewnenistanê pir xebitî ku Athen weke paytextê çandî-kulturî yê Ewropayê bê naskirin. Di rûnsihtinên rêxistina UNESCO de wê xebateke berfireh kir ku şûnewarên kevnar, peyker, kevirên mermer ên yewnan û gelek tiştên din ji welatên weke Îngilîstanê vegerîne muzeya welatê xwe. Ew di wê baweriyê de bû ku: “Dizîn, xerakirin û heta bêrêzî ji mîrata çandî yê neteweyekê re, divê weke tawanek navnetewî bê dîtin. Çimkî ew mîrata çandî nasnameya netewekê ye jî.”

Roja ku M. Mercouri wefat kir, ji milyonekê zêdetir kes di merasima veşartina wê de beşdar bûn. Di dîroka rûdanên Ewropa de ew merasim weke rûdaneke girîng a dîroka sedsala 20’an a Ewropayê hatiye tomar kirin.

Gotineke wê ya pir balkêş heza wê a bêdawî ji welat û çanda wê re baştir tîne bîra me: “Ez li dijî hemû cureyên îdamê me, lê ger di nav desteya endamên dadgehekê de bim ku kesekî talanker yê şûnewarên welatê xwe mehkeme dike, ezê destê xwe deynim ser dilê xwe û dengê erê bidim ku bê îdamkirin. Ji ber ku wî/ê ji bo pere nasnameya xwe a neteweyî û mîrata giştî ya neteweyekê firotiye biyaniyan an jî ji welat derxistiye. Firotina nasnameya neteweyî ku malê me tevan e û mîrateyek hêja û giştî ye, mezintirîn xiyanet e. Di demeke wiha de em nikarin bêjin ku nezanîn, nexwendeyî, temahî û pêwîstiya malê dinê bûne sedema karekî wiha. Kesê ku nasnameya welatê xwe bifiroşe, nikare ji kirina xiyanetên din jî dûr bimîne, hingî baştire ku sax nemîne”.(2)

Hêza hunerê bêdawî ye

Hunera muzîkê û hunermendên xwedî helwest tevî hev dikarin karê hezaran çekan bikin û hezaran kesan jî li dora hev kom bikin.

Hunermendên pispor û dûrbîn dikarin qada çand û hunerê berfirehtir bikin.

Di cîhana îro de jiyan bi zehmet û dê bi zehmettir jî bibe, lê kesên xwedî armanc dê tim biser bikevin.

Hunermendên mîna AramTîgran, Hesen Cizîrî, Hesen Zîrek, Meryem Xan û gelek kesên din feqîr hatine dinê, lê pir dewlemend çûn û mîrateyek li pey xwe hiştine ku di ti bazaran da nayê kirîn û firotin.

Dîroka muzîka me tije nav û awazên delal e. Li her derê mirov dema ku xwedî îrade û armancên pîroz bin, dikarin şoreş û xebata xwe bidin meşandin.

Muzîk tişteke ku zêdetir ji hemû tiştên din, zêdetir ji her axaftineke siyasî, zêdetir ji mîtîng, xwepêşandan û meşên girseyî hêz, sebir, hereket û hezê dide xelkê.

Bila muzîk û awaz heta di şîn û rojên reş de jî neyê qedexekirin ku “pêngavên jiyanê” nesekinin. Prova û dersên demokrasiyê bi destûr û emirên hakimekî naçin serî, lê huner dikare rengê jiyanê biguherîne. Tu hêzek nikare û nabe ji hunermendan re bêje wiha bikin an jî wiha nekin. Lê ew azad in ku li pey felsefeya wan feylesofan bigerin yên ku hunernas in.

Nehêlin huner û navê hunermendan tenê di çarçoveya fotoyekî de bimîne, bi vê re gerek em berfirehtir li cîhana hunerê binihêrin. Lewra sînorên hunerê bêdawî ne.

Hişyar bin û bila tim di bala me de bimîne ku: Dengê cumbûşa Aram lal nebe, awazên wî ji bêhna gulên Kurdistana me bêpar nebin, dengê pêngavên Cegerxwîn, Mazlûm Dogan û 50 milyon kurdên Kurdistanê bi qasî 50 sal bihîstina dengê Aramê Tîgran, tim bi nemirî di bîra me de bimînin.

Dawî

Êdî tiştek nema li ser Aram bêjim. Ew hertim ji min re wêneyê xwezî û hesretekê bû ku min der barê hunermendekî de hebû. Exlaqê wî yê hunerî û mirovî îtibareke mezin daye awayê çawaniya jiyanê. Ew dikaribû zêdetir bibe mînak ji hunermendên din re, lê dema mayîna wî ewqas bû. Bi guhdarkirina çîroka jiyana wî a tije serkeftin re, ew dikare rê li ber pêşkeftina nifşên nû jî vebike.

Bi hêvî me heta ku em sax bin, qedirê hev bizanibin.

(1). Winston Çurçîl( 1874-195), Siyasetmedar û nivîskarê Birîtanî ku di nav xelkê de weke sembola zîrekî û xapandkariyê hatiye naskirin. Du caran ji sala 1940-45, 1951-55 bû serokwezîrê welatê xwe. Sala 1953’an ji ber nivîsên xwe yên wêjeyî û balkêş xelata Nobel a wêjeyê stand.

(2). Griechisches Mädchen - Melîna Mercury Erinnerungen