Ji ber pirr ciwane nikare tevlî siyasetê bibe

Ji ber pirr ciwane nikare tevlî siyasetê bibe

Li bajarê Qezwîna Îranê jina bi navê Nîna Siyaxalî Moradî ji bo endamê necûmena şaredariyê hete hilbijartin. Lê ji ber ku pirr ciwane ji wezîfeyê hate dûrxistin.

Li gor nûçeye rojnemaya The Times li bajarê Qezwîna Îranê jina bi navê Nîna Siyaxalî Moradî di hilbijartina encûmenên şaredariyê de, di nava 163 namzetan de zêdetirî 10 hezar deng wergirt û weke endamê çardehemîn hate hilbijartin. Lê belê ji ber hêceta ku pirr ciwane ji aliyê opozîsyonê ve ji wezîfeyê hate girtin.

Nûçe dide zanîn ku ji ber opozîsyonê gotiye posterên ciwan yên Muradî li dijî hiquqa îslamîne, hilbijartin hatine betal kirin.

Endamên hewldana mafên mirovan yên İranê jî li ser malpera xwe ya Facebookê diyar kirin ku opozîsyon ji hebûna jinekê ya di nava encûmena şaredariyê de ne razîne. Hewldanê daxuyand ku berpirsekê bilind yê şaredariyê gotiye ku wan nevêt di meclîsê de mankenekê bibînin.

Rewanbej.net