Ji bo avakirina hikûmeta herêmê PDK û YNK civînek pêkanîn

Ji bo avakirina hikûmeta herêmê PDK û YNK civînek pêkanîn

Civîna şandên teybet ên danûstansinê yên herdu  polîtburoyên  YNK`ê û PDK`ê bi lihevkirina li ser 5 xalan bi dawî bû.

Ji bo avakirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê hevdîtinên PDK yên bi partiyan re berdewam dike. Di vê çarçoveyê de doh ji bo danûstanên hevbeş yên navbera YNK`ê û PDK`ê de, civînek pêk hat. Herdu şandên teybet ên YNK`ê û PDK`ê ji bo pêkanîna kabîna heştemîn ya hikûmeta Herêma Kurdistanê civînek pêkanîn. Li gor nûçeya ajansa PUKmedi di civînê de herdu aliyan ev mijar gotebêj kirin û derbarê de biryar girtin:

1-  Yekîtina Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bi hevpeyman stratejîk ya di navbera herdu aliyan de, destkeftiyên girîng bo Gelê Kurdistanê bi dest xistin. Herdu alî ji bo avakirina hikûmeta Herêmê û parastina berjewendiyên bilind ya Kurdistanê û birêvebirina pirograma geşepêdana Kurdistanê, li gel berbiçavkirina encamên hilbijardinên Parlemantoya Kurdistanê ya di 21/ 9 / 2013`e pêk hatiye de, dubare li ser vê hevpeymanê li hev dikin û ev hevpeyman dê sereke be ji bo kargeriya herdu aliyan de.

2-  YNK`ê û PDK`ê piştevaniya avakirina hikûmetekî yekrêziya nîştimanî, di bin navê parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û geşpêdana hikûmraniya Kurdistanê bi şêwezekî nûjen dikin.

3-  Civînê, xebat û civînên ku Nêçîrvan Barzanî  ligel aliyên siyasî , ji bo hemû alî  beşdarî piroseya siyasî ya li Kurdistanê bibin û avakirina zemîneke baş ji bo pêk anîna kabîna heyştemîn ya hikûmetê lidarxistin, û bo başkirina yekrêziya nav  mala Kurdistanî de û hemû alî hev qebol bikin, giranbiha nirxanid.

4-  Bi piroseya hilbijardinên Parlemantoya Îraqê  li deverên Kurdistanê ên ji deverî birêvebiya herêma Kurdistanê mane girêdayî , civînê da zanîn ku  pêwîste di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdsitanê de hevrêzî û yek helwestiyê hebe. Ji ber vê yekê civînê balkêşa ser vê yekê ku divê lîsteyek ji hemû aliyên siyasî yên aliyên Kurdistanê pêk bê.

5-  Der barê bûyera li bajarê Kerkûkê rû daye,  civînê ew êrişa terorist şermezar kir, her wiha ji ber hêzên ewlekariyê plan û pirograma êrişkaran têk bir, destxweşî û piştevaniya xwe ji bo hêzên ewlekariyên ragihand. Di heman demê de civînê ji bo malbatên şehîdan sersaxî xwest û diyar kir ku ew hêvîdarin di demekî nêz de birîndar tendirustiya xwe bi dest bixin û baş bibin.

Wekî din di civînê de biryar hate girtin ku civînên hevbeş yên di navbera herdu aliyan de berdewam bikin.