Ji bo Berkîn di du rojan de 14 Milyon Twitt hatine nivîsandin.

Berkîn Elvanê 15 salî ku di dema rûdanên Parka Gezî ya Tirkiyê de birîndar bibû û çend roj beriya niha jiyana xwe ji dest dabû, di du rojan de 14 Milyon Twitt hatine nivîsandin.
Eve 3 rojin li Tirkiyê rojev mirina zarokê 14 salî Berkîn Elvan e. Elvan di dema rûdanên parka Gezî de ji ber guleyekê gazê ya ji aliyê polîsan, ji serê xwe birîndar bibû û ew rakiribûne nexweşxwaneyê. Piştî 269 rojan di komayê de ma, Berkîn jiyana xwe ji dest da. Ji bo wî li gelek bajaran çalakî hatine lidarxistin. Bi sed hezaran kes di dema rakirina cenazeyê Berkînî de amadebûn.
Her weha di torên medyaya civakî de rojeva sereke Berkîn bû. Li ser Twitterê di du rojan de 14 Milyon Twitt hatine nivîsandin.
Hejmara twittên ku bi navê Berkîn Elvan nemire gehişte 12 Milyonan. Li Tirkiyê bi giştî hejmara kesên ku Twitterê jî bikardihînin 12 Milyon kese. Li gor nûçeya malpera Hurriyetê 57 ji % yên van twittan hatine retwitt kirin. Bi vê awayî li tevahiya cîhanê hejmara ku twittên Berkîn gehiştiye bûye 70 Milyon kes.