Ji bo bûyerên Lîceyê hevdîtin

Ji bo bûyerên Lîceyê hevdîtin

Li gundê Hêzana Lîceya Amedê di dema protestokirina çêkirina qereqolan de kesekê jiyana xwe ji dest dabû û 9 kes din jî birîndar bibûn. Li ser van bûyeran doh sê wezîrên hukumeta AKP’ê û berpirsên BDP li hev civyan. Di hevdîtinê de hate xwestin ku ji bo cardin bûyerên bi vê awayî rû nedin di dema bêhnvedana havînê de komîsyonek ji her du partiyan bihête avakirin. Nunerên her du aliyan dê evro carek din li hev bicivin.

Li gor nûçeya rojnameya Radîkal ya Tirkiyê wezîrê dadê Sadullah Ergîn, wezîrê navxweyî Muammer Gûler û wezîrê parastina millî Îsmat Yilmaz di gel berdevkê koma BDP’ê Pervîn Buldan û parlementer Îdrîs Balûken li hev civiyan û behsa rûdanên li Lîceyê kirin. BDP yîyan balkêşan ser gengeşiyên ku piştî rûdanan peyda bûye û diyar kirin ku li herêmê li hember avakirina qereqolan hestyariyek heye. BDP yiyan gotin ku heger di vê rewşê de meclîs bikeve betlaneyê dê gengeşî û alozî zêdetir bibe.

Bila mekanîzmayek bihête avakirin

berpirsên BDP yî rave kirin ku hukumetê der barê pêvajoyê de hêjta çi gavek neavêtine û gotin ku divê mekanîzmayek di navbera AKP û BDP’ê de hebe ku bikare xebatên destûrî yên sebaret bi demokratîkbûnê bişopîne. BDP yiyan xwestin ku komîsyonek çareseriyê bihête damezrandin û di nava komîsyonê de kesên ji koma aqilmendan jî cîh bigrin û ev komîsyon li herêmên Kurdistanê lêkolînan bikin. Heger arîeyek an jî aloziyek rûda ev mekanîzma kar bike.

Wezirê dadê Ergîn jî dest nîşankir ku ew dê van daxwazên wan ragehîne serokwezîr Erdoxan û di demak nêzîk de bersivê vegerîne.

Mekanîzmaya di navbera her du partiyan de piştî hevdîtina heftemîn ya şandeya BDP’ê ya Îmraliyê hatibû rojevê. Perwîn Buldan daxuyandibû ku divê mekanîzmayek siyasî bihête avakirin û pêwendî û hevdîtinên di navbera AKP, BDP û Îmraliyê de bibe rawêjkar.