Ji bo iPhone bikirin zarokê xwe firohtin

Ji bo iPhone bikirin zarokê xwe firohtin

Li Çînê jin û zilamekê ji bo ji xwe re iPhone, kompyûret û pêlavan bikirin, 3 zarokên xwe bi 13 hezar Dolarî firohtin. Niha jî dê ev dayik û bav di dadgehê de bêne darizandin.

Li Çînê jin û zilamê bi navê Teng û Zang 3 zarokên xwe firohtin 13 hezar Dolarî. Li gor nûçeya ajansa Xinhua dê ev dayik û bav ji ber gelek sûcan bihêne darizandin. Di meha Gulanê de Teng û Zang ji bo zarokê xwe yê nû zayî bi iPhonê biguherin li ser înternetê bi kiriyaran re axivîn û piştî hingî hatine girtin.

Teng û Zang, lixwe mikûrhatin ku ewan her sê zarokên xwe di sala 2008, 2011 û 2013 bi kujmeyekê 13 hezar Dolarî firohtine. Cîranên wan jî diyar kirin ku evan hevjînan her dem zarok çêdikirin lê piştî demekê zarokên wan êdî diyar nedibûn.

Li Çînê bazirganiya zarokan pir zêdeye

Polisên Çînê diyar kirin ku ewan zarokekê firohtî peytda kirine lê hêjta yên din peyda nekirine. Teng û Zang diyar kirin ku ji bo zarokên wan bibin xudan jiyanek xweştir, ewan ew firohtine.

Li Çînê bazirganiya firohtina zarokan pir zêdeye û karbidest hewl didin pêşiya vê yekê bigrin. Di sala 2011 de polîsan li herêma başûrê Shandongê du bazirganên zarokan desteser kirin û 29 zarok jî rizgar kirin. Li herêmên Yunnan, Guizhou û  Sincanê hêşta jî bazirganiya zarokan dihête kirin.