Ji bo jineke Kurd xelateke cîhanî ya mafê mirovan

Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de çalakvana mafê jinan û zarokan Perwîn Zebîhî xelata mafê mirovan ya bi navê Rehayê bidest xist.
Zebîhî xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê û Endama Desteya Rêveber a Encûmena Jinên Azermêhrê ye. Herwiha endama rêxistina zarokan, yêkîtiya karkerên bêkar û ji kar avêtî û di encûmena edebî ya bajarê Merîwanê de jî çalake û gelek kampanyayên li dijî kuştina jinan, zarokan, qetlên li ser namûsê, sinetkirina jinan û çalakiyên mafê mirovan de beşdar bûye.
Hêjayî gotinêy e Zebîhî ji ber nêrînên siyasî 6 salan di girtîgehên Îranê de maye. Zebîhî pirtûka ’’Sinetkirina Jinan’’ a Ronak Ferec ji zimanê Kurdî wergerandiye ser zimanê Farisî û pirtûka bi navê ’’Qêrînên Agir’’ ku lêkolînek derbarê xwe şewitandina jinan de ye li Kurdistanê ji bo çapê amade kiriye.
Navbirî endama Komîteya li dijî şidetên namûsê ye. Komîte di dema kevirbaran kirina Duayê de hat damezrandin. Xelata mafê mirovan a Reha, ji aliyê rêxistina Sodwind a welatê Austria bo xebatên Zebîhî di warê hewildana pêşxistina mafê mirovan de li Îranê pêşkêşî wê hatiye kirin. Merasîma fermî ya pêşkêş kirina xelatê di 25’mîn rûniştina Şêwira Mafê Mirovan a Genève de tê lidar xistin.
Basnews