Ji bo nirxandina rewşa Suriyê Amerîka û Rusya li hev hatin

Ji bo nirxandina rewşa Suriyê Amerîka û Rusya li hev hatin

Amerîka û Rusya li hev kirin ku konferansa Cenevreyê pêk bihêt. Her du welatan di asta wezaretan de lihev kirin ku ji bo nirxandina rewşa Suriyê bi awayekî lezgîn konferansek navnetewî bê lidarxistin.

Der barê vê rojevê de wezîrê karên derve yê Rusyayê Sergey Lavrov li derbarê mijarê de li Washingtonê daxuyaniyek belav kir. Lavrov got ku di gel wezareta karên derve yê Emerîkayê li hev hatine ku civînek din li Cenevreyê li ser rewşa Suriyê bête lidarxistin. Her weha Lavrov diyar kir dê rayadarên her du welatan di meha Tebaxê de careke din bicivin.

Beriya niha Rusyayê diyar kiribû ku Beşar Esad qebûl kiriye ku bêyî şert û mercên tevlî Konferansa Duyemîn a Cenevreyê bibe. Her weha ew alîgirin ku rewşa Suriyê bi diyaloga navxweyî bihête axaftin, pirsgirêk bihêne çareser kirin.