Ji bo serokatiya nû Nêçîrvan Barzanî hate destnîşan kirin

Ji bo serokatiya nû Nêçîrvan Barzanî hate destnîşan kirin

Encûmena Serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya û Nêçîrvan Barzanî ji bo kabîneya nû ya hikumeta herêmê weke serokê kabînê hate destnîşan kirin.

Amadekariyên avakirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê berdewam dikin. Doh parlamenterên nû bi sondxarinê dest bi kar kirin lê hîna jî ji bo hikûmeta nû tu hevdîtin pêk nehatine.  Lê Partiya Demokrat ya Kurdistanê ku di hilbijartinên herêmê de 38 kursî bidestxist û erkê damezrandina hikûmetê hilgirt, serokatiya kabîneya xwe aşkira kir. Encûmena Serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya û di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji bo kabîneya nû ya hikumeta herêmê weke serokê kabînê hate destnîşan kirin.

Ji aliyê din ve Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên siyasî kir ku şert û mercên giran nedaynin bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.