Ji Cemil Bayik ji bo hêzên herêmê û PDK hişyarî

Ji Cemil Bayik ji bo hêzên herêmê û PDK hişyarî

Serokê Konseya PKK Cemil Bayik di daxuyaniya xwe ya dawî de, diyar kir ku Şoreşa Rojava bi komployekê ve beraberî heve û bi hêzên herêmê re PDK jî hişyar kir.
Cemil Bayik di daxuyaniya xwe de bal kişande ser wê yekê ku hêzên herêmê bi taybet Komarên herêmê nijadperestiyekî tund dijî Kurdan dimeşînin û ev yek jî dibe sedema komkujiyan. Bayik di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Emerîka û Ewrûpa jî li himber komkujiyên li Rojava û Surî rû didin bêdeng dimînin. Di heman demê de Bayik li ser Tirkî û welatên dîtir yên herêmê jî gotinên balkêş rave kirin û got ku Tirkî bi gotinên biratiya Kurdan ve tenê şerê taybet dimeşîne û çeteyên ku Kurdan dikujin ji aliyê Tirkyê ve têne destekkirin. Cemil Bayik ji PDK jî nêrînên balkêş diyar kirin. û got ku PDK bi girtina sînor ve dibe destekvanê komployê û di heman demê de rêkê ji dorpêç û ambargoyan re vedike. Bayik diyar kir ku eger PDK di vî helwestê xwe de bi dakokî be dê ciyekî xirab di dîrokê de bigre.

Wekî tê zanîn ku ji aliyê Parlemena Herêma Kurdistanê ve jî çend roj berê daxuyaniyek hatibû dayîn ku ewan tu car sînor ji bo arîkarî û destekên mirovî ne girtine. Di heman demê de dihûnê Qeymeqamê Hewlêrê jî serdana kampeke nû kir ku ji bo Kurdên Rojava hatî avakirin. Kampeke 15 hezar kesî li ser zeviyekî 300 donim erd ava bûye.

Di mijara sînorgirtin û dorpêça rojava de diyare ku nêrîn û gotinên dijberî hev di navbera PKK û PDK de dê berdewam bin.

 

 

Tevayî Daxuyaniya Cemil Bayik bixwînin

 

 

rewanbej.net