Ji derve û navxwe bêbextî li Kurdan hate kirin

Professor Brenden O\'leary
Dema Richard Milhous Nixon û Henry Kissinger di sala 1975\'ê de Bêbextî li Kurdan kirin, Îran hevpeymanê me bû, berovajî vê demê niha her yek ji Donald Trump û Rex Tillerson û nûnerê serokê Amerîkayê Brett McGurk û Birîtaniya niha napakiyê pi Kurdan dikin, ku Îran weke dijmin tê hesibandin. Napakiya Nixon Bêbextiyeke reş û rastbînane bû, lê Bêbextiya Trump napakiyeke reş û rastbînane nîne û neşarezabûna wî nîşan dide. Di derencamê de niha Îran hemû Îraq û nîviya Kurdistanê xistiye bin lepên xwe. Amerîka û hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ\'ê, Kurd li Sûriye û Îraqê ji bo têkşikandina DAIŞ\'ê bikar anîn, lê Îraq ji bo Îranê ji dest dan û Sûriye jî xistine hembêza Beşar Esed û Rûsiyê jî cardin Bêbextî li hember Kurdan kir. Nêzî mehek beriya niha Kurdan li Kurdistanê di refrandûmê de deng dan serxwebûna Kurdistanê ku dawiyê bi bindestiyê bînin, di rewşeke wiha de qanûna bingehîn a Îraqê bê buha bibû. Niha jî di nav kurdan bi xwe de jî Bêbextî heye û bi vî awayî jî bê siyaseta \"yek Îraq\" a Amerîka û Birîtaniyayê bi ser nediket. Niha li Îraqê peyketiyên Husên ( Îmam Husên) heman siyaseta qirkirin û serkuta Sedam Husên li peyrew dikin.
Profesorê zanistên siyasî li zanîngeha Pennsylvania
Ji Soranî: Dêrsim Oremar