Ji doza KCK’ê 13 kesan siza girt

Di 9 emîn Dadgeha Sizayên giran ya Amedê de rûniştina doza Serêkaniyê ya “KCK”ê pêk hat. Di vê runiştinê de 2 ji wan girtî bi giştî 14 kes dihatin darizandin. Dagehê biryara girtina 13 kesan da û kesek hate serbes berdan. Li gor biryarê her yek ji girtiyan 6 sal û 3 meh sizayê girtîgehê girtin.
Li gor nûçeya DIHA’yê dadgeha biryar danê ya doza Serêkaniyê ya “KCK”ê, di 5’ê Tîrmehê de li 9 emîn Dadgeha Sizayên Giran ya Amedê pêk hat.Di rûniştina dozê de, ji rêvebirên BDP ya Serêkaniyê Cemîl Tuncer û Abdulbaqî Can, cîgirê berê ya şaredarê Serêkaniyê Ahmet Daxtekîn, endamên meclisa şaredariyê Edîle Denîz Surer, Abdulhalîm Dayan, M. Emîn Polat, Hasan Karaoxlan, rêvebirê MEYADER’a Serêkaniyê Îbrahîm Avcî, Ecewît Yavuz û endamê meclisa bajar ya giştî Îbrahîm Oxur, Abdurrahîm Demîr û rêveberê BDP ya navçeyê Suphî Zengîn û Nurullah Akan, bi îdiaya ku endamên rêxistinêne 6 sal û 3 meh ceza hate birîn. Rêvebirê BDP’a Serêkaniyê Halîl Şahîn jî serbest hate berdan.
Endamê meclîsa Şaredariyê Hasan Karaoxlan ku bêyî girtin dihate darizandin jî 6 sal û 3 meh ceza girt. Hasan Karaoxlan li hember vê biryarê nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Wekî hemû dozên KCK’ê yên din, di vê dozê de jî biryara siyasî hatiye dayîn. Hemû tiştên ku di îdianameyê de cih digirin xebatên aşkere yên partiyê û xebatên şaredariyê ne. Em dixwazin baweriya xwe bînin ku ev biryar ji aliyê mehkemeya jor ve bê sererastkirin. Em ê heta dawiyê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”