Ji hêlikê xwe ve xwe li Qada Sor mîx kir

Ji hêlikê xwe ve xwe li Qada Sor mîx kir

Hûnermendê bi navê Piotr Pawlenski ji bo Rusya nebe welatek polîsî şêwazek balkêş yê çalakiya protestoyî pêkanî. Pawlenski li navenda Qada Sor a paytext Moskovayê hêlikên xwe bi mîxê, li erdê ve kuta.

Li gor nûçeya ku di govara Almanî ya Bild de hate belav kirin, hunermendê Rusî Piotr Pawlenski doh li Qada Sor a Moskovayê çalakiyek balkêş pêkanî û got ku Viladîmîr Putin Rusya kiriye dewletek polîsî. Pawlenski beriya niha jî li dijî girtina endamên koma rock ya Pussy Riotê protesto bike devê xwe bi derzî û ta dirûtibû. Pawlenski vê carê jî li Qada Aor û di bin peykera Lenîn de hêlikên xwe bi erdî ve mix kir.

Piştî vê çalakiyê polîsan Pawlenski girtin û birine nexweşxaneyê.