Ji Hêvî Group projeyeka nû GUND û BAJAR

Koma kar û projeyên nûjen yên Kurdewarî HEVÎ GROUP karekî nû bi navê Gund û Bajar pêş xist.
Ev proje bi taybet ji bo berhevkirina nav, zanyarî,wêne, vîdeo û hemî berfirehiyên hemî Gund û Bajarên Kurdistanê hatiye avakirin.
Hêvî Group beri du rojan ragihand ku ev proje ava kirine û arîkarî ji hemî Kurdan xwest da ku herkes nav û zanyariyê gund û bajarên xwe bo wan birê bike.
Proje li ser malpera www.gundubajar.com ava buye
Daxuyaniya Hêvî Group
Projeya GundûBajar; bi armanca ku nav,wate û zanyariya hemî Gund û Bajarên Kurdistanê ji bo Kurdan berhev bike hatiye sazkirin. Di sedan salên dawî de navê gûnd û bajarên Kurdistanê ji aliyê serdestan ve hatiye guhertin an jî tunekirin. Ji ber vê yekê karê GundûBajar hatiye sazkirin ku em navên winda, navên guherî derxin der û raveyî herkesekî bikin.
Nivîskarên me, nûçevanên Kurdî, ajansên Kurdî hertim pêdivî bi navên Kurdî dibînin lê navên Kurdî yên deveran li berdest nînin. Eve jî dihêle ku kesê bixwaze tiştekî binivîse dest ji nivîsa xwe berde.
Wekî din jî çanda Kurdî dewlemende. Navên Kurdî xweş û hesanin. Em dixwazin van navan li herçar parçeyên Kurdistanê derxînin û dîsan bi Kurdan bidin zanîn.
Mebesta me ne tenê ewe em navan berhev bikin û aşkire bikin. Zanyariyên deveran, dîroka gund û bajaran. Çanda wan, dînê wan, metelokên wan, şivan û gavanên wan bi hemî aliyan ve wêne û zanyariyên wan em dixwazin berhev bikin û di bin navê projeya Gund û Bajar de berhev bikin.
Navên kêm, navên xelet, navên ku zanyariyê wan kêm divê hun dagrin. Herkesek xwedî li kevneşopa xwe û çanda xwe xwedî derkevin. Tikaye hun çi di warê gûndê xwe an jî bajarê xwe de bizanibin rêkine vê navnîşanê.
Zor sipas ji bo arîkariya we.
12.09.2013