Ji KCK’ê bo civaka navneteweyî banga Cenevre-2

Ji KCK’ê bo civaka navneteweyî banga Cenevre-2

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê, beriya Cenevre-2 bi daxuyaniyeke nivîskî bang li civaka navneteweyî kir. Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bang li hêzên beşdar ên Cenevreyê, alî û dewletên pêwendîdar kir, ku îradeya Kurdên Rojava ya ji 3 mîlyonî zêdetirin nas bikin. KCK’ê got, ’Rewabûna civîneke bêyî Kurdan, wê ji destpêkê ve bibe mijara nîqaşan.’

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, ku Kurd dixwazin bibin parçe û bingeheke xurt a Sûriya demokratîk û wiha tê gotin: ’’Kurd bi nifûsa xwe ya ji sê mîlyonî, duyemîn gelê bingehîn ê Sûriyê ne. Daxwaza Kurdan a ji bo bi îradeya xwe ya siyasî û demokratîk wek hêzeke cuda beşdarî Cenevre bibin mafê herî xwezayî ye.’’ Herwiha nerazîbûn nîşanî welatên bangderên Cenevreyê da, ku vê daxwaza Kurdan li pêş çavan nagirin.

Daxwiyaniya KCK’ê wiha berdewam dike: ’Em dixwazin ku hêzên siyasî yên banga beşdariya civînê li alî û dewletan dikin van biryarên xwe careke din di ber çavan re derbas bikin û bang li wan dikin ku gavên ji bo beşdariya Kurdan di Cenevre-2 de biavêjin, ku ev gav wê di heman demê de Cenevre-2 xurtir û rewa bike.

Eger Kurd bi heyeteke serbixwe beşdarî Cenevre bibin wê civînê xurtir bike. Lê eger beşdar nebin, wê Cenevre-2 ji destpêkê ve nehevgirtî, bê îrade, bê bandor be û neyê qebûl kirin. Eger Kurdên ku yek ji hêza bingehîn a demokratîkbûnê ne beşdarî civîneke li ser pêşeroja Sûriyê neyên kirin, dê were wê wateyê ku ji destpêkê ve demokratîkbûna Sûriyê vala hatiye derxistin. Berpirsyarê vê jî wê hêzên ku Kurd li derve hiştine bin.

Kurd çaremîn gelê herî mezin ê Rojhilata Navîn in. Li çar parçeyên Kurdistanê xwedî nifûsek ji 45 mîlyonî ne. Kurd li hemû welatan dixwazin, bêyî dest bide sînoran bi hemû gelan re li gel hev, li ser bingeha azadî û demokrasiyê bijîn. Ev daxwaza xwe li Rojava bi xurtî nîşan dane. Dixwazin bibin parçe û bingeheke xurt a Sûriya Demokratîk. Bi nifûsa xwe ya zêdeyî sê mîlyonî Kurd duyemîn gelê bingehîn ê Sûriyê ne û niha dixwazin bi jiyana demokratîk û azad a ji sê kantonan, bi gelên Sûriyê re li Sûriya demokratîk bijîn.’’