Ji Quştepe heta Enfalê û tevkujiyên bêrawestan!

Pêşkêşî du hevalên min: Kovan û Maaf Barzanî
Dîmenê Yekemîn
Tîrmeh li Kurdistanê bi piraniya rojên xwe yên germ re dem û saetên reş an jî baştire bêjim kêm rojên xweş bi bîra me tîne!.
Di rûyê wê yê tije êş, di çavên wê yên tije tirs û di lerzîna destên wê yên mandî de dîsa jî hêzek heye, lê sirr û gotinên hê nebihîstî jî hene. Ew li min dinêre û bi gotineke watedar sirra mayîna xwe a li ser pêyan aşkera dike: “Hêvî haveynê jiyana min bûye kurê min…
Navê wê “Xemê. B” ye û naxwaze kes wê binase. Belkî niha nebûye 60 salî lê weke pîrejineke 80 salî dixuyê û ev jî dide diyarkirin ku çi çêz û tam ji salên bihara jiyana xwe nekêşane. Serbihûriya wê romaneke rastîn a nenivîsandî ye.
Xemê gotin û peyvên xwe wisa xweşik beyan dike ku destanbêjên sedsalên berê bi bîra mirov tîne. Carna li kurê xwe dinêre û wiha dibêje:”Dema wê rojê sibê zû êrişî kempa me kirin em hemû razayî bûn. Ji bo peydakirina pariyekî nanê jiyanê, malxê min, du tî û xezûrê min yê 75 salî diçûne bajarê Hewlêrê. Karkerî û carna jî di nava erdê gundiyan de dixebitîn. Hemû deh meh bû ku ez hatibûm wê malê û 19 salî bûm. Zikê min sê mehî bû. Kovan 6 mehan piştî wê roja tehil hate dinê….”
Li kurê xwe dinêre û bi qasî ku dikare naxwaze li cem bûk, nevî û kurê xwe bigirî, lê dema li wêneyê pişta serê xwe yê bi dîwar ve daliqî dinihêre, hêsirên çavan weke baranê dibarin, nikare xwe bigire. Dema ew bi hesreteke kûr behsa hevjînê xwe dike, li ser evîneke nîvcûmayî jî diaxive: “Niha em li Barzan bûn ku me ji hev hez dikir. Ew 4 salan ji min mezintir bû. Du sala kêşa heya yên me razî bûn ku min bidenê, lê piştî zewacê jî em tenê deh mehan bi hev re man. Gelek xweziyên me hebûn û roja ku zanî ez pêgiran(hemle) me wiha got:” Binihêre Xemê eger kur bû navê wî Dilşad e, bes eger keç bû navê wê Gulhat e…”
Dîsa li kurê xwe dinihêre û bi van gotinên tije axîn re em jî hemû li wan dinihêrin û veciniqîneke tije hestên dilsojiyê riha me dadigire. Min jê pirsî lê navê kurê te Kovan e…”
Belê êdî ew nema ku bi navekî wiha re dilxweş bibe. Min ji ber êş û elemên ku me bi çavê xwe dîtin, navê Kovan danî ser kurê xwe yê paşbab. Ez ji bo xeman hatibûn dinê û navê min jî ji xwe Xemê ye…
Wê rojê çi qewimî?
Bila kes nebîne, xwedê bi nisîbê kesî neke, ya me dît înşelah kes nebîne. Weke wehşan hatin ser serê me. Ber deriyên hemû malan girtin, hinek li derve û du-sê kes jî bi postalên xwe yên pîs ve diketin hûndir. Wê rojê yek kes jî ji kempê derneketibû. Hemû zilamên nav malan bi zorê ji nav cihan derxistin. Li kêleka jin, zar û dayîkan derxistin. Tu dem û wext nedan ku heta kincên xwe jî bikine ber xwe. Li cem Refîq Hizbî(1) û Beesîyan çi merhemet û mirovahî nebû. Weke goran pirdidane ciwan û zilaman. Tîyê min ê biçûk hê 15 salî bû. Xwe li bersingê diya xwe da û bi dengekî bilind qîriya, lê pişta stûyê wî girtin û bi dûv xwe re kişandin. Tevî hemû qîrîn, hawar û daxwazên ku me ji wan dikirin, çar kesên malê bixwe re birin, wê rojê qîrînên jin û zarikan esman jî tije kiribû…”
We texmîn dikir ku êdî ew venagerin?
Na! Ez heya sala 2003’an jî bi hêvîya vegera malxê xwe bûm, lê xwesûya min heya roja mirina xwe wiha digot: “Keça min ew birin û êdî venegeriyan…”. Ew bi wê êş û xemê çû, gotin jî rast derketin, ne yên me û ne jî hezaran kesên din…, kes venegerî nav me. Hemû winda kirin. Bûne qurbana şerê Îran û Îraqê, qurbana wan Kurdên ku li aliyê din ê sinor bûn û em jî li vira hêsirên destê Sedam bûn….”
Debara jiyana we li pey wê rojê bi çi awayî derbas bû?
Min û xwesûya xwe di nav malên Hewlêriya de weke xûdam kar dikir. Carna roj hebû me sê-çar mal diguherandin. Wan salan xelkê Hewlêrê gelek qencî li me kirin. Me karê paqijiya malan dikir û êvarê jî vedigerîn mala xwe a kampê ku tim ji aliyê îstixbaratê ve dihate kontrolkirin. Jiyana wan salên nexweş qet û qet ji bîra min naçe, lê dawî bi jiyana wan kesan jî hat yên ku hê di bihara jiyana me de ew qedera kirin para me…”
Xemê hê jî bi wêneyê hevalê xwe re dijî û carna jî pêre xeber dide.
“Hinek caran çend saetan li hemberî wêneyê wî disekinim. Pêre diaxivim. Li ser hêvî û xweziyên ku tev bi avê de çûn. Li ser delalî û salên xweş-nexweş yên jiyanê pêre diaxivim, lê ew bersiva daxwaz û pirsyarên min nade! Bêdeng e û tenê li min dinêre!. Qet bawer nakim ku ew bejna bilind, çavên zer û kena wî ya xweş careke din nebînim…”
31’ê Tîrmehê bû!
Sibeha roja 31. 07. 1983’an bû.
Cih: Qempa Quştepe li nêzî bajarê Hewlêrê
Demjimêrê 05’ê sibeha roja yekşemê bû.
Hatina wan hovên dîn û har Magolên xwînrêj bi bîra xelkê dianîn. Têhniyên xwînê û birçiyên kuştina jiyanê bûn. Ew Beesî û dijminên hebûna kurd û Kurdistanê bûn. Ji Germiyan û Barzan bigire heya Kerkûk, Behdînan, Soran û deverên din ên başûrê Kurdistanê fermana kurdan xistibûn pilana xwe ya yekê. Bi awayekî sîstematîk siyaseta Enfal û Teirîbkirina û axa Kurdistanê dabûn destpêkirin. Li hemberî doza Kurdistanê li her derê agir û xwîn bibûn hevalbendên hev. Siya balên domaneke reş a tunekirinê biser esmanê Kurdistanê de zal bibû. Çavên cîhanê kor, Sedam jî sermesetê şerê li dijî Îranê wisa difikirî ku di qîr û harên şerekî wiha de dê bikaribe li Kurdistanê meremên dilê xwe cî bi cî bike. Siyaseta wî a rasîsîtî gihabû asta xwe ya herî bilind.
Şoreşgerên doza Kurdistanê jî nekarîn derfetên hingî baş bikar bînin. Hinek alîgirên Îranê û yên din jî hevnegirtî li dora xwe dizivirîn! Bêhtir ji kar û xebatê bînerên pêşatên rojê bûn û carna jî bi belavkirina daxûyaniyekê dixwestin bêjin ku di vê qadê de em jî dîkên meydana şoreşê ne!
Dema tirajediya Helepçeyê qewimî, hingî„ cîhana bêdeng, demokratên kerr û kûr, zimandirêjên lal û temaşaker” wiha gotin: “Ew pirsgirêka Iraqê a hûndirîn e…”, lê wexta ku Kuveyt bû armanca dewleta Iraqê, êdî mafên mirovan, kesên stemkar û sînorên welatan ketin rojeva Rojava!
Dengê kurdan li tu dereke cîhanê nedihate bihîstin.
Pênc sal piştre Enfal jî hat!
“Enfal” peyveke Erebî û bi wateya “parvekirina xenîmet û talana ye” yên ku di çaxê şer de misliman ji kafiran distînin! Herwiha Enfal navê heştemîn sûreya Quranê ye ku beriya zêdetir ji 1400 salan dema ku mislmanan dixwestin ola îslamê di nav gelên nemisilmanbûyî de li her derê belav bikin, li ser şerê kafir û mislmanan nazil bûye.
Bihara sala 2005’an min çîroka Enfalê ji zimanê çend dayikên kurd(wek şahidên zindî) li gundê Barzan bihîst ku niha jî dengê wan ê melûl di guhê min de ye. Ew xemgînî û hesretên bêderman, hezaran xewnên ku dikarîn bibîne rastî, xwezî û daxwazên ku bêbersiv mane, tev bûne qurbana xeyalên pûç yên mirovekî dîn û har yê otorîter. Desthilata otorîter a ku êdî ne navek jê maye û ne malek ji xwedîyên wê re! Beesîyên cînayetkar çûn û winda bûn, lê şûnewarên kiryarên wan yên tije hovîtî dê zû bi zû ji hişê civakê winda nebin.
Piştî tevkujî û wendakirina heşt hezar Barzaniyên qampa Quştepe û deverên din ên başûrê Kurdistanê, bi nêzîkbûna dawîhatina şerê du welatên Îran û Iraqê re li sala 1988’an sed rojên herî reş xwedî nasnavekî bûn ku weke Enfal dê qet ji bîra mirovahiyê neçin.
Tevkujiya 182.000 kesên bêsûc!
Ew sal salên qederê bûn, lê roj ji roja berê zêdetir siyaset dewletê a qirêj û tunekirina kurdan ber bi pêşve diçû. Hêzên kurdan yên siyasî jî zêde xwedî îradeyeke serbixwe nebûn û mixabin weke “amrazeke rojê” di destê Îraniyan de dihatin bikaranîn. Hinekan jî xwe avêtibûn paşila Beesîyan û wê çaxê jî li benda otonomiya Sedam bûn!. Bi giştî wan salan hêzên siyasî li Kurdistanê derfetên mezin ji dest dan. Hingî “stratejiyeke hevgirtî” dikarî gelek destkeftên mezin ji kurdan re bike mal. Di rewşeke wiha de kurd ketin ber bayê reş ê Enfalê. Bêguman ger Sedam kesekî şerxwaz û ehmeq nebûya an jî baştire bêjim tenê êrişî ser welatê Kuvêyt nekira, belkî îro li başûrê Kurdistanê rewşeke din hebûya. Di wan salên dijwar de heşt qonaxên ku operasyonên nifşkujiyê tê de derbas bûn, wiha bûn:
Qonaxa yekemîn: Ji 23’ê sibatê heya destpêka Adara sala 1988an li herêmên di bin desthilatdariya hêzên YNKê da.
Qunaxa duyemîn: 22’ê Adarê heya yekê îlona sala 1988an li herêma Qeredaxê
Qunaxa sêyemîn: Ji 7 heta 29’ê nîsana sala 1988’an li piraniya herêm û gundên Germiyanê
Qunaxa çaremîn : Ji 3’ê heta 8ê gulana sala 1988’an li herêma Qelay Sîyoke û Şêx Berzînî
Qunaxa pênc, şeş û heftemîn: Ji 9’ê gulanê heyta 25’ê tebaxa sala 1988’an li herêmên Dukan heya sinorê Rewandiz berdewam bû ku têda çekên kîmyayî gelek caran hatin bikar anîn.
Qunaxa heştemîn û dawiyê jî: Ji 26’ê Tebaxê heya 6’ê îlona sala 1988’an li herêmên Behdînan û çendîn gundên din ku têda çekên kîmyayî jî bi giranî hatin bikar anîn.
100 rojên Enfalê reştirîn rojên jiyana kurdan tên hesibandin ku niha jî ne ji aliyê pisporên kurdan û ne jî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve lêkolîneke berfireh li ser nehatiye çêkirin.
Di wan rojên reş de berê cih, gund an jî herêm ji hêla Beesiyan ve dihatin destnîşankirin, piştre gel li cihekî kom dikirin û di dawiyê da jî ew tev bi hevre dikuştin û gelek caran jî ew zindî bi gor dikirin . Bi taybetî jî li dijî gundî û cotyarên kurd ku ji şoreşgeran re weke gola avê û jiyanê bûn, bi dijwarî ketibûn liv û lebateke hemû alî. Wan dixwestin ava gola ku masî ji bo jiyanê hewcedarî wê bûn, heya dilopa dawiyê biçikînin. Beesîyên cînayetkar piştî zêdetir ji 1400 salan cewherê wê sûreya Quranê li Kurdistana ku zêdetir ji sedî 95’ê a nifûsa wê misilman in, careke din di piratîkê de dan xuyakirin!
Dîmenên duyemîn, sêyemîn û çaremîn jî bila bimîne bo heftiyên din.
(1). Erebên neteweperest, Beesîyên perwerdekirî û dewredîtî ku di parastina dewletê de kar dikirin û sîxûr bûn. Di nav wan gelek kurdên xwefiroş jî hebûn.