Ji Salih Muslim daxuyaniyên giring

Ji Salih Muslim daxuyaniyên giring

Serokê PYD Salih Muslim diyarkir ku li Rojava pirsgirêka herî giring ya di navbera partiyên Rojava de hewildana avakirina hêzek çekdarî ye. Muslim destnîşan kir ku ew dê ji dervey YPG’ê tu hêzên din yên çekdarî ne pejirînin. Muslim balkişande ser xeteriya du hêzên çekdarî li Rojava û got, ji bo şerê biratiyê neqewime pêwîste hêzeka tenê ya leşkerî hebe.

Serokê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) ya Rojava Salih Muslim ji bo hind serdana Herêma Kurdistanê kir. Muslim der barê sedemên venekirina deriyê sinor yê Sêmalka, pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de, lêgerînên damezirandina hêzên leşkerî yên derveyî YPG’ê û pevçûnên dumahîkê yên li Serêkaniyê ji bo Ajansa Nûçeyan ya Cîcleyê (DÎHA)’ nirxand.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku yek ji sedemê herî mezin yê pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de ewe ku hindek partî hewil didin derveyî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzek cuda ya çekdar damezrînin. Muslum di vî warî de ku li Rojava ji derveyî YPG’ê damezirandina tu hêzên çekdar napejirînin.

Hem ji bo pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de nîqaş bike hem jî jibo bi nûnerên parti û rêkxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê re hevditinan pêkbîne ev demeke hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li Hewlêrê ye. Muslim di axaftina xwe ya li gel DÎHA’yê de diyar kir ku, yek ji sedema herî mezin ya pirsgirêkên di navbera partiyên Rojava de tên jiyan kirin ewe ku hinek partî hewil didin ku dervey Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzek cuda a çekdar damezirînin. Di vê derbarê de Muslim destnîşan kir ku, ew li Rojava ji dervey YPG’ê damezrandina tu hêzên çekdar napejirînin û da zanîn ku ji bo ku li Rojava şerê biratiyê pêkneyê wek Desteya Bilind a Kurd wê tenê hêzek leşkerî û fermandariyek hevpar hebe.

’LI ROJAVA HEBÛNA DU HÊZÊN ÇEKDARÎ NE GENGAZE’

Muslim da zanîn ku, li gorî biryara Desteya Bilind dê hêzeke leşkerî ya neteweyî bê avakirin û ev hêz wê tenê girêdayî Desteya Bilind be. Muslum wiha domand: “Hinek alî hene dixwazin ji bo xwe ji derveyî YPG’ê hêzek çekdar pêkbînin li hincetan digerin niha jî radibin dibêjin ’YPG, ya PYD’ê yan jî a TEV-DEM’ê ye’ Di vir de dixwazin bêjin ku ’ya PYD’ê heye, divê ya me jî hebe.’ Bi vî awayî ji xwe re li hinceta digerin ku, ev rewşe seknek ne raste. Me wek Desteya Bilind ji destpêkê ve biryar da ku li Rojava çêbûna du hêzên leşkerî ne gengaze. Yên ku dixwazin li gorî xwe hêzek leşkerî damezirînin nêzikatiyan wana ne raste. Ji ber vana hemûyan ji bo ku li Rojava du hêzên leşkerî neyên damezirandin her tişta ji destê me tê emê bikîn. Wê tenê yek hêza leşkerî hebe, wê bibe hêzek netewî û wê herkes xwe di nava vê hêzê de bibîne. Ev hêza leşkerî çiqas mezin bibe ev ji bo me şerefeke. Ev ji bo parastina me ye. Lê rabin hêza duwem ya leşkerî damezirînin em vê rewşê na pejirînîn.”

’GIRTINA DERIYÊ SÊMALKA BIRYARA HIKUMETÊ YE’

Muslim balkişand ser ku ji 19’ê Tîrmehê heta niha deriyê Sêmalka girtiye û ji aliyê wana de tu biryar yan jî hincetên girtinê tunene û got, girtina derî bitemamî biryara hikûmeta Herêmê ye. Muslim diyar kir ku, ew ji destpêkê ve li dijî nêzîkatiya ku deriyê sinor weke amêrekê şantaj û gefan ji siyasetê re dikin mal û wiha bedewam kir; “Dibe ku herdem di navbera partiyên siyasî de li hevnekirinên siyasî hebin. Lê bi girtina deriyê sinor ku mirov dikare bêje şîrê di destê zarokan de jê bistînin ev ne nêzikatiyeke wisaye ku bê pejirandin. Di demek wisa de ku xîzanî zêdebûye girtina deriyê sinor ji ticaretê re biryarek ne di cihê xwe de ye. Em hêvî dikîn ku ev deriye di demek kin de were vekirin.”

Di derbarê sedemên girtina sinor de jî Muslim wiha got: “Ji xwe girêdayî girtina deriyê sinor gelek hincet hatin girtin. Despêkê girtina hinek kesan weke hincet hatibû nişandan. Piştre hatibû gotin ku, bila tu kes li ser kesek din desthilatdariyê neke. Ev tiştane hatin gotin. Hikûmeta Herêmê jî niha dibêje tu amedekeriyên wana tunene ku Kurdên li Rojava bên herêma wana ji ber vê deriyê sinor girtine. Bihezaran mirov dixwazin werin herêma Federal a Kurdistanê. Yanî gelek hincetên weke vane nîşa dikin. Lê çi dibe bila bibe, sedeman bingehîn ya gelê Rojava bo derbazbûna Herêma Kurdistanê aboriye.”

BANGA; WERIN EM DEST BIDIN HEV BI HEV RE XEBAT Û BERPIRSYARTIYÊ PARVE BIKIN

Muslim da zanîn ku, wan hîn destpêkê gotibû rêvebirina welatekê berpirsyartî dixwaze û wiha got; “Me di vê mijarê de bang li herkesê kir ku bên destê xwe bixin bin kevir û vê berpirsyartiyê em hemû bi hev re parvebikin. Lê mixabin heta niha di vê mijarê de ji aliyê tu kesî ve piştgirî ne hat dayîn.” Di berdewa axaftina xwe de Muslim partiyên Rojava rexne kir û balkişand ku ji bo siyaset kirinê pêwîstî bi berpirsyartî girtinê heye. Muslim axaftina xwe wiha domand; “Di cihê xwe de rûniştî axivîn hêsane, lê siyaset kirin û berpirsyartî girtin ne hêsane. Jêre ked pêwîste, perwerdekirina gel pêwîste, asta zanînê pêwîste, westan, sibê heta şevê xebitîn pêwîste û têkilî çêkirin pêwîst dike. Weke gel em di hinek mijaran de paşve mane. Di gelek tiştên kû ji bo partiya me tên gotin be cidî ne. Ji ber ku ew bixwe ne cidî ne. Tu nikarî li mala xwe rûnî û ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabin. Ev pirsgirêke weke tê hizirîn ne hêsane. Pirsgirêk ji ya ku tê dîtin gelek girantire. Em hêvîdarîn ku her kes di vê mijarê de cidî be. Em her kesê vedixwînin bila bên em bi hev re dest bidin hev vê xebatê û berpirsyartiyê parvebikin.”

’TEGIHÎNA HINEK PARTIYAN YA MUAWIYE YE’

Herwiha Muslim diyar kir ku, sedemê din jî yê berpirsyartî ne hilgirtina partiyên din di şoreşa Rojava de jî nêzîkatiya wana ya girtina dest ya desthilatê ye, Muslim ciyewaziya di navbera nêzikatiya wana û partiyên din ji bo desthilatê jî bi vî awayî vekir; “Em li pişt wê fikrê ne ku gel bixwe xwe birêve bibe. Bila gel bixwe komîte û rêveberiya xwe ava bike. Li gundan yan bajaran, herkes hemû kes biryarên xwe bi awayek azad bigire, bikare van biryarane pêkbînin. Ev fikre ji bo rêveberiya vî gelî fikrek nûye. Piraniya partiyan vê fikrê napejirînin. Gelek kes dixwazin şêwazê desthilatê weke ya Muawiye be. ’Li erd û esman her tişt yê desthilatê ye, yê nexwaze dikuje, yê dixwaze jî wê bide jiyan kirin.’ Têgihîna vane ya desthilatê têgihîna Muawiye ye. Demê vêya derbaz bûye. Êdî gel dixwaze xwe bi xwe rê ve bibe. Gel dixwaze gotina xwe bêje, biryarên xwe bixwe bigre û bixwe pêkbîne. Lê hinek ji vê rewşê acizin, na pejirînin û dixwazin li ser serê gel bibin desthilat.”

’ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎN Û AMÛDÊ NEPIJIRANDINA RÊVEBERIYA GELE’

Muslim da zanîn ku, ji bo xweseriya demokratîk ev bi salane xebatên tên kirin hene, ji 2007’ê heta niha proje û xebatên wan yên bi vî awayî hene û axaftina xwe wiha domand; “Di van sê salên dawiyê de me ji bo xweseriya demokratîk komîte avakirin û em xebitîn. Di encama vê de sîstemek derket ku gel xwe bixwe xwe rêvedibe. Mirovên ku fêrî xwe bi xwe rêvebirinê bûne niha bi tu awayî ketina bin kontrola hinekên din de na pejirînin. Piraniya yên ku vê projeyê napejirînin ewin yên ku desthilata gel na pejirînin. Gel na pejirînin. Dixwazin li ser pişta gel bibin desthilat. Ev nêzikatiye hem di partiyên Kurdan de hem jî dipartiyên din de, di hem3uyan de heye. Niha dorpêçkirina Efrînê ne pejirandina xwe bi xwe rêvebirina gele. Komplo û êrîşên li Amûdê ne pejirandina desthilata gele. Ewana şerê jibo desthilatê dikin. Em desthilatê naxwazîn. Em dixwazin gel bixwe desthilata xwe damezrîne.”

’EL NUSRA HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE’

Muslim balkişan ser şerê van rojên dawiyê yê Serêkaniyê yê di navbera Cebhet El Nusra û YPG’ê ji nû ve rûdayî, sedemê ji nû ve derketina pevçûnên Serêkaniyê ewe ku Cebhet El Nusra beriya demekê li gorî peymana bi YPG’ê re îmze kiribû tevnegerî. Muslim diyar kir ku, Cebhet El Nusra ji ber ku di şerê beriya niha de şikestin xwar, ne bi xwesteka xwe bi YPG’ê re peyman îmze kir. Herwisa got, lê di rastiyê de heta niha Cebhet El Nusra tu car li gorî peymanê tevnegeriya û ti biryarên wê pêkne anîne. Muslim di berdewama axaftina xwe de gotinên xwe wiha rêz kir; “Jibo mînak yek ji madeyên vê peymanê ew bû ku ti hêzên leşkerî nemînin di bajar de. Lê wana leşkerên xwe ji bajêr dernexistin. Xistin di nava mirovên sivîl de. Baweriya xwe bi meclîsa ku ji sivîlan hatî pêkanîn jî ne anîn. Xwestin çemka xwe ya kevin û paşverû li wê derê bidin jiyan kirin. Hemû gel ji wana nefret kir. Di dawiyê de rabûn endamên YPG’ê dîl girtin. YPG’ê ji wan xwest ku van kesên dîl girtine berdin, lê ne berdan. Ji ber vê pevçûnan destpêkir. Çima? Ji ber ku Cebhet El Nusra tu carî hebûna Kurdan ne pejirand. Pêkanîna ambargoya li ser Efrînê û ya ku di pevçûnên wê derê de bibandor jî heman çemke. Hebûna Kurdan na pejirînin. Lewra Kurd jî ji bo neçar man xwe biparêzin. Şerê li Serêkaniyê ji bo me bo ferz. Lê em hêvî dikîn şer di demek kurt de bidawî bibe.”

’ARMANCA ÊRÎŞÊN SERÊKANIYÊ AVAKIRINA REJIMEKÎ ÎSLAMÎ BÛ’

Muslim di dawiya axaftina xwe de jî derbarê armancên pevçûnan û rewşa dawî ya Serêkaniyê ev tişt anîn ziman; “Kesek li Serêkaniyê nemaye. Hinek pevçûn li rojavayê Til Xelef didomin. Ez bawerim ew jî niha rawestaye. El Nusra û çeteyên din yên çekdar ji Serêkaniyê hatin derxistin. Armanca vana hemûyan yeke. Sedemê herî girîng yê pevçûnên vê dawiyê ew bû ku li herêmê îlankirina rejîmek Îslamî bû. Bitaybet jî li herêma Kurdan û herêma petrole armancên wana yên bi vî awayî hebû. Em di vê mijarê de hesas tevdigerîn û qasî kû ji deste me tê em wana ji herêma xwe dûr dixîn. Li herêma Kurdan avakirina rejîmek Îslamî em na pejirînin.”

Jêder DİHA