Ji YNK nûçeya îstifayek din hat

Ji YNK nûçeya îstifayek din hat

Cîgirê yekem yê berpirsê malbenda yekê ya Yekîtiya Nîştîmanê Kurdistan YNK, Şêx Cemal Talebanî dest ji kar kêşandina xwe ragehand.

Malpera Encumena Navendî ya YNK diyar kir ku cîgirê Hêro Îbrahîm Ehmed anku cîgirê yekemê melbenda yekê ya rêxistina Silêmaniyê ya YNK’ê ragehan ku piştî dest ji karkêşandina Hêro Îbrahîm Ehmed ewî jî dest ji kar kêşandiye.

Li gor daxuyaniya Encûmena Navendî ya YNK heta niha çikesek ji bo dewsa vê postê nehatiye diyar kirin û tenê mekteba siyasî ya YNK dikare vê biryarê bide.

Li gor agehiyan îstîfaya her du berpirsên payebilind yên malbenda yekem ya YNK, ji ber encamên hilbijartinane ku nekarîne pêşiya zêdebûna dengên Tevgera Goran bigrin.