Jin di carekê de di gel du zilaman zewicî

Jin di carekê de di gel du zilaman zewicî

Li Kenyayê jinekê di yek carê de di gel du zalaman zewicî. Her du zilamên ku ji vê jinê hez dikirin hevrikî dikirin lê jinê biryar da û herduyan re jî zewicî.

Li bajarê Mombasa ya Kenyayê jinekê di gel du zilaman di yek carê de zewicî. Li gor eqda zewacê dê jin di gel her du zilam de jî bijî.

Jina Kenyayî ku berî jî zewiciye û jinebî ye û du zarokên wê jî hene, di yek carê de di gel du zilaman zewicî. Her du zilamên bi navê Sylvester Mwendwa û Elijah Kîmanî ji heman jinê hez dikirin. Li gor gotinên cîranan her du zilaman ji bo jinê şerê hev dikirin. Lê jinê biryar da ku di gel herduyan jî bizewice.

Li gor eqda zewacê jin bixwaze gel kîjanê bimîne dê bimîne. Heger zarok çêbibin jî dê her du zilam jî berpirsbin û debara jiyana zarokan bikin.

Zilamê bi navê Elijah Kîmanî diyar kir ku ew bi vê awayî bextewerin û ew Sylvester Mwendwayî jî bo xwe weke hevrik nabîne.

Li gor dabunerîta Kenyayî ya Poliandrî jinek dikare di gel du zilaman bizewice û ji bo vê jî çi astengiyek yasayî nîne.